DMME: Tirkiyê mafên Bakirhan binpê kiriye

14-09-2021
Nîşan Tuncer Bakırhan Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) di serlêdana Şaredarê berê yê Sêrtê Tuncer Bakirhan de biryar da. Li gor biryara DMMEyê mafê azadî û ewlehiyê yê Bakirhan hatiye binpêkirin.

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê derbarê Şaredarê berê yê Sêrtê Tuncer Bakirhan de ku girtî hat darizandin, biryara binpêkirinê da.

Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê di biryara xwe de bal kişandiye ser biryara girtina Bakirhan ku dema şaredar bû û dibêje bê ku ceza bê dayîn demeke dirêj û bê sedem girtî maye. Herwiha Dadgehê diyar kiriye ku Bakirhan ji partiyeke opozîsyonê bû û xebatên wê li gor rewşa sîyasî bûye.

Li ser vê bingehê Dadgehê biryar da ku, Tirkiye 10 hezar Euro wek qerebûya manewî û 3 hezar euro jî weke mesrefên dadgehê bide Tuncer Bakirhan.

Tuncer Bakirhan  30ê Adara 2014an ji Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ya hatibû girtin, li bajar Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê weke şaredar hatibû hilbijartin.

Bakirhan bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” û “endamê rêxistinê ye” hatibû desteserkirin û girtin.

Bakirhan dema li Girtîgeha Boluyê girtî bû serî li DMMEyê dabû. Cotmeha 2019an 10 sal û 18 meh ceza li wî hatibû birîn. 2 sal û 11 mehan girtî mabû. Piştre hate berdan lê heta niha jî dihat dadgehkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst