Li Fransayê şewat; 4 endamên malbateke Sûrî canê xwe ji dest dan

14-06-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Strasbourg a Fransayê, agir bi mala malbateke Sûrî ket û di encamê de, her 4 endamên wê malbatê canê xwe ji dest dan, ku du jê zarok in.

Li gor medyaya ewropî, bûyera şewatê duh Duşembê 13ê Hezîranê li taxa Neuhof ya bajarê Strasbourgê û di qata sêyem a apartmanekê de çê bûye.

Di bûyerê de agir bi mala pizîşkekî Sûrî ketiye û di encamê de, ew û hemû endamê malbata wî canê xwe ji dest dane.

Dozgerekî ragihandiye: “Çar qurbaniyên mirî hene, malbatek, 2 mezin û 2 zarok. Me nû lêkolînek destpê kiriye u ji asayişa beşê hatiye xwestin ku sedemên agir bibîne.”

Li gor agahiyên di medyayên ewropî de hatine belavkirin, yek ji zarokan keç û 8 salî û yê din kur û 7 salî bûye.

Hatiye ragihandin ku serê sibehê derdora saet 04:30 li gor dema Fransayê agir li mala wê malabta Sûrî ketiye. Li gor hinek çavkaniyan, cîraneke wê malbatê piştî ku hawara wan a ji bo alîkariyê bihîstiye, polîs agahdar kiriye.

Sedema şewatê nehatiye diyarkirin û polîs ragihandiye, derbarê bûyerê de lêkolînê dikin.

Li gor amareke sala 2018 a ofîsa Fransî bo parastina penaberan û kesê bê welatîname, hejmara penaberên Sûrî yên li Fransayê 16 hezar û 500 kes e. Fransa yek ji wan welatan e ku li gorî welatên din pêşwazî li hejmareke kêm ji penaberên Sûriyê kiriye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst