Şîrîn Îbadî: Yekitiya Ewropa ti karek bo pêkhateyên Îranê nekiriye

13-12-2019
RÛDAW
 Xwediya Xelata Nobela Aştiyê Şîrîn Îbadî
Xwediya Xelata Nobela Aştiyê Şîrîn Îbadî
Nîşan Tirkiye Encûmena Pîran a Amerîkayê Cînosayda Ermeniyan HDP AKP MHP CHP Yekitiya Ewropa Şîrîn Îbadî Îran Ewropa Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xwediya Xelata Nobela Aştiyê, Şîrîn Îbadî dibêje, “Mixabin, Ewropayê ew yek nîşan daye ku li gel xelkê nîne. Wan dikarî bi awayekî gelek hêsan alîkariya xelkê Îranê bikin, lê ew yek qet nekirin”

Şîrîn Îbadî piştî konferansê ji Rûdawê re ragihand, Yekitiya Ewropayê, ti karek ji bo piştgiriya pêkhateyên li nava Îranê nekiriye û dibêje Ewropa dikare bi kiryarên hêsan, ji bo piştevaniya xelkê Îranê pêngavan biavêje.

Xwediya Xelata Nobela Aştiyê, Şîrîn Îbadî dibêje, “Mixabin, Ewropayê ew yek nîşan daye ku li gel xelkê nîne. Wan dikarî bi awayekî gelek hêsan alîkariya xelkê Îranê bikin, lê ew yek qet nekirin. Weke mînak; di demekê de ku jinên Îranê ev 40 sale li dijî hîcabê radiwestin û niha jî hinek ji wan ji ber girênedana destmalê di zindanan de ne, lê dîplomatkarên jin ên Ewrûpayî ku diçin Îranê, destmalê girê didin.”

Şîrîn Îbadî diyar dike, “Nûnerên parlemena Ewropayê ku diçin Îranê, destmalan davêjin serê xwe. Ez ji wan dipirsim ku ka çima wisa dikin? Çima bi reftarên xwe hikûmeta Îranê neçar nakin ku guhdariya jinên Îranê bikin.”

Herwiha Şîrîn Îbadî pêşniyar dike ku dîplomatên jin ên Ewropa dema serdana Îranê dikin, weke nerazîbûnek li hember hîcaba bi zorê ya li Îranê, bila desmalê nexin serê xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst