Amerîka hewl dide cigareya elektronîk qedexe bike

13-09-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê projeyek bo qedexekirina cixareya elektronîk tê amadekirin.

Li Amerîkayê piştî ku şeş kes ji ber bikaranîna cigareya elektronîk mirin, Serokê Amerîkayê civîneke bilez ligel berpirsên tendirustiyê saz kir. Donald Trump projeyek bo qedexekirina cigareya elektronîk xist ber destê wan.

Wezîrê Xizmetguzariya Tendirûstî û Mirovî yê Amerîkayê ragihand ku niha 8 milyon pêgehiştî vî corê cigareyê bikar tînin, 5 milyon zarok cigareya elektronîk bikar tînin  got, metirsî li ser nifşekî nû yê zarokan heye ku bi nîkotînê ve bên girêdan.

Gelek kes di wê baweriyê de ne ku zerar û ziyana cigareya elektronîk an wek jêre tê gotin Vape, ji cigareya normal û nêrgîleyê kêmtir e, lê li Amerîkayê di demeke kurt de şeş kes bi cigareya elektronîk mirin. Pirsgirêk hewqasî bilez berfireh dibe, Serokê Amerîkayê Donald Trump civîneke bilez ligel berpirsên tendirûstiyê saz kir û projeyek bo qedexekirina cigareya elektronîk xiste ber destê wan.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, dibêje, “Li welat pirsgirêkeke me heye, kêşeyeke nû ye, pirsgirêkeke di salên derbasbûyî de qet kesek lê nefikirî ye, jê re dibêjin cigareya elektronîk. Bi taybetî bê çawa di nav zarokên bê tawan de cihê xwe vedike. Zarok diçin malê û dibêjin dayê dixwazim cigareya elektronîk bikişînim. Dayîk û bav jî zêde derbarê vê de tiştekî nizanin û kes derbarê vê de nizane, nizanin ku ev sedema çendîn kêşeyan e. Divê em çareser bikin. Sedemeke civîna me ew e ku îro dayîk û bav bizanin em bi hişyarî vê mijarê dişopînin. Careke din dibêjim, ev zêde zêde xirab e. Bûye sedema mirinê û pirsgirêk jî derketiye. Xelkê wiha zanî ku ev çareserî ye bo destjêberdana cigareyê, lê derket ku ev jî kêşe ye."

Berpirsên tendirûstî yên Amerîkayê amarên metirsîdar xistin ber destê Serokê Amerîkayê. Wan berpirsan ji Trump re ragihandin ku qurbaniyên cigareya elektronîk ber bi zêdebûnê ve diçin. Daxwaz ji wî kirin ku piştgiriya wan bike da ku hemû tamek ji xeynî tama tabakko, li bazaran were qedexekirin.

Wezîrê Xizmetguzariya Tendirûstî û Mirovî, Alex Azar jî ragihand, “Niha 8 milyon pêgehiştî vî corê cigareyê bikar tînin, 5 milyon zarok cigareya elektronîk bikar tînin. Bo zarokên me gelekî bi zerar e. Metirsî li ser nifşekî nû yê zarokan heye ku bi nîkotînê ve bên girêdan, ew jî ji ber balkêşiya berhemên cigareya elektronîk."

Piştî ku li Amerîkayê bi sedan kes rastî nefestengiyê bûn, Trump dest avêt vê mijarê. Herçiqas navê ti amûr, tam an madeyeke cigareya elektronîk nehatiye diyarkirin ku sedema zerarê be, lê piraniya wan kesên ku bûne qurbanî, bi kişandina madeyên hişber mirine. Pêşniyara Trump ku bo qedexekirinê kiriye, tenê wan taman li xwe digire ku nîkotîn di wan de heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst