Li çend welatên Ewropayê agir bi daristanan ketiye

13-08-2022
RÛDAW
Salane nêzîkî 12 milyon hektar zevî ji daristanan ji nav diçin
Salane nêzîkî 12 milyon hektar zevî ji daristanan ji nav diçin
Nîşan Agir Daristan Welatên Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li çend welatên Ewropayê weke Fransa, Îspanya û Portugalê agir bi daristanan ketiye.

Fransa dîsa dest bi şerê agirê daristanan kiriye. Navçeya Landiras li herêma Nouvelle-Aquitaine li başûrê rojavayê wî Fransayê, piştî nêzîkî mehekê ji rawestanê, careke din agir bi dar û beran ketiye û li gorî ku berpirsên hikûmetê dibêjin, di nava 24 demjimêran de zêdetirî 6 hezar hektarên zevî şewitî ne, nêzîkî 10 hezar kes jî derbider bûne, ti ziyanên canî nebûne, lê derdora 16 malan şewitîne. Pileya germê li hinek navçeyên wî welatî gihiştiye 40 pileyî.

Serokwezîra Fransayê Elisabeth Borne dibêje: “Em yek ji wan welatan in ku bi rêya esman ve agir vedimirîn in. Welatên Ewropayê li gel me alîkar in. Niha du firokeyên vemirandina agir ên Yunanî li gel firokeyên Swîdî di vemirandina agir de beşdar in.”

Meha borî  di encama agirê ku li Landiras vêketibû, derdora 21 hezar hektar zevî şewitîn û bêhtir ji 36 hezar kes jî derbider bûn.

Li navçeya Santibáñez el Alto (Santîbaniyê Sêlalto ) li herêma Cáceres li rojavayê Îspanyayê agirekî mezin vêketiye, 740 hiktar zevî şewitîne, 120 karmendên hêzên berevaniya sivîl hewl didin agir kontrol bikin. Li gorî hikûmeta Îspanyayê metirsiya vî agirê di asta 2 de ye.

Li Portugalê 5 roj in agir bi Parka Serra da Estrela ya Niştimanî ketiye, li naverasta wî welatî, bêhtir ji 10 hezar hektar zevî şewitîne, ziyanên canî nînin, lê tenê 11 karmendên tîma berevaniya sivîl bi sivikî birîndar bûne.

Geştiyar Jonathan Demolin jî dibêje: “Em vî cihî ji mêj ve nas dikin, ev çend sal in em her dem tên vir. Dema em tiştekî wiha dibîn in giriyê mirov tê, dema sirûsteke wiha ciwan li ber çavê te dişewite.”

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji ber şewitandina komir, petrol û gazê, nêzîkî ji sedî 75ê gazên germker diçin esman ku dibin sedema  berhemanîna ji sedî 90ê gaza karbon diyoksîd a germker. Herwiha salane nêzîkî 12 milyon hektar zevî ji daristanan jinav diçin, ku roleke wan a giring di nehiştina xaza karbon diyoksîd de  heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst