Alîkarê Serokwezîrê Fijiyê Manoa Kamikamica ji Rûdawê re got gelek feydeyên hişê çêkirî hene û feydeya herî girîng di warên perwerde û bijîşkiyê de ye.
Li Dubaiyê Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan tê lidarxistin. Zêdetirî 30 serok û serokwezîrên hikûmetan tevlî lûtkeyê bûne.
Manoa Kamikamica li ser hişê çêkirî ji Rûdawê re axivî û got, "Hişê çêkirî dikare ji bo analîzkirina daneyan û bidestxistina encaman bi rengekî leztir bê bikaranîn. Ez bawer dikim ev teknolojî dê guhertina cîhanê bi leztir bike."
Hevpeyvîna Rûdawê ya bi Alîkarê Serokwezîrê Fijiyê re wiha ye:
Rûdaw: Dîtina te li ser vê lûtkeyê çawa ye? Tu vê lûtkeyê çawa dinirxînî?
Manoa Kamikamica: Berî her tiştî, ez ji Fijiyê hatime û dixwazim bi navê hikûmeta Fijiyê spasiya hikûmeta Îmaratê bikim ku em dawetî vê lûtkeyê kirin. Ev lûtkeyeke gelekî baş e û têkiliya wê bi paşerojê re heye bi taybetî jî derbarê tiştên ku dibe di çend salên pêş de çêbibin. Ji bo welatên biçûk ên wekî me yên li navenda Deryaya Aram, ev derfetek e da ku em bibînin li cîhanê çi diqewime û amade bin dema ku beşek ji wan guherînan digihêjin Fijiyê, bi taybetî hişê çêkirî.
Rûdaw: Divê hişê çêkirî çawa were bikaranîn da ku sûdê bide mirovahiyê?
Manoa Kamikamica: Di perwerde, destnîşankirina nexweşiyan û gelek sûdên din de. Dikare ji bo şîrovekirina daneyan û bidestxistina encaman bi awayekî leztir were bikaranîn. Ez bawer dikim ev teknolojî guherîna cîhanê leztir dike. Ji bo welatên biçûk ên wekî Fijiyê, em dikarin hinekî li bendê bin û bibînin ka tişt çawa bi rê ve diçin, wê demê em ê bixwe hewl bidin rêyekê ji bo bikaranîna hişê çêkirî bibînin. Yek ji mînakan, pejirandina gavên pêvajoyeke diyarkirî ye. Bi hişê çêkirî tu dikarî pêvajoyeke ku 2 heta 5 rojan dajo di nava 1-2 demjimêran de pêk bînî. Ev yek ji bedewiyên hişê çêkirî e. Bi vî rengî em çavkaniyan diparêzin û di warên din de wan bi kar tînin. Ev derfeteke gelekî baş û bêhempa ye ji bo welatên cîhanê. Ez serbilind im ku li vir im û bi çend wezîrên hikûmeta Îmaratê re civiyame û em hewl didin hevahengiyê çêbikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse