Wezîrê berê yê Darayî yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî got ku dersê Îmaratê ji Îraqê re ev e ku li şûna cezakirina Kurdan, eger Bexda bi Hewlêrê re kar bike, dê sûdê bide geşbûna aboriya welêt.
Nedîm Zehawî bi esl Kurdekî Feylî ye û berê li postên wekî Wezîrê Dewletê yê Perwerdeyê, Wezîrê Darayiyê, Wezîrê Wekheviyê, Wezîrê Têkiliyên Navxweyî û Wezîrê Darayiyê yê Brîtanyayê kar kiriye.
Wezîrê berê yê Darayiyê yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî li Dubaiyê beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bû.
Nedîm Zehawî li ser hinartina petrolê ya Herêma Kurdistanê got, "Gelekî girîng e ku xeta petrolê dîsa bixebitin.
Wekî hûn dizanin ji ber qebûlnekirina siyasî ya hevdû, bi milyaran dolar ji dest çûne."
Nedîm Zehawî da zanîn ku hinek ji kompanyayên petrolê yên navneteweyî sûdeke gelekî zêde distînin, lewma peyamek we ji kompanyayan re heye û dibêje "Divê hûn gelekî hişyar bin ka hûn çawa dixwazin berdewam bikin."
Nedîm Zehawî behsa hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re kir û got, "Dixwaze tiştan çêtir bike.”
Wezîrê berê yê Darayiyê yê Brîtanyayê Nedîm Zehawî bersiv da pirsên Rûdawê Senger Abdurrahman.
Rûdaw: Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ji bo destpêkirina hinartina petrolê nêzîkî hev bûne. Li gorî te dê di demeke nêzîk de petrola Herêma Kurdistanê were hinartin?
Nedîm Zehawî: Bi ya min dîsa destpêkirina boriya petrolê gelekî girîng e. Wekî ku hûn dizanin, ji ber nakokiyên siyasî bi milyaran dolar ziyan çêbû. Ev qet nedibû biqewime. Ez dizanim ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên heyî hewleke mezin dide. Divê em niha bibînin ka em li kû derê ne.
Em li dilê yek ji heft mîrnişînên Îmaretê ne û wan ferqên xwe yên bi şeş mîrnişînên din re danîne aliyekî. Bi xebata bi şeş mîrnişînên din re wan karî hecma aboriya xwe mezin bikin û bûn yek ji aboriyên herî zû bi pêşketî yên herêmê. Sala borî bipêşketina wan a aborî ji sedî 5an zêdetir bû.
Ji bo Îraqê jî divê nêrîneke wiha were pejirandin. Li şûna cezakirina Kurdan, eger Bexda û Hewlêr bi hev re bixebitin, Kurd jî dê vê yekê wekî avantaj, pêşketineke erênî û rêyeke mezinkirina aboriya Îraqê bibînin. Ev jî dê ji bo hemû gelê Îraqê, bi taybetî jî ji bo gelê Herêma Kurdistanê sûdê bigihîne.
Rûdaw: Gelo Îraq dixwaze petrol Kurdistanê dubare hinarde bike yan niyeteke wiha tune?
Nedîm Zehawi: Ez bi Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî re di ziyareta wî ya Brîtanyayê de pê re civiyam û bi ya min di vê mijarê de daxwaziyeke wî heye. Ev min kêfxweş dike û ez difikirîm ku divê ev were piştgirîkirin. Her wiha, eger hûn li stratejiya serokê nû yê Amerîkayê binêrin, hûn dê bibînin ku ew dixwazin vegerin bazara navneteweyî. Ev gelekî girîng e. Ya herî girîng jî ew e ku Kurd ji budceya giştî ya Îraqê para xwe ya dadmend bistînin.
Nêrîna her meh ji bo armancên siyasî cezakirina Kurdistanê dilgiranî ye. Nakokiyên biçûk ên wekî nedana meaşan, tenê ji bo cezakirina Kurdan dibin pirsgirêkeke gelekî mezintir. Ev nabe.
Divê hemû alî ji bo rakirina van astengiyan bi hev re bixebitin. Di rastiyê de qezenca giştî dê ji van hûrgiliyên biçûk gelekî mezintir be. Bêguman, divê şirketên petrolê yên navneteweyî jî xwedî garantiya wê yekê bin ku dê ji bo her bermîlekê berdêleke dadmend bistînin. Peymanên baş ên Herêma Kurdistanê bi şirketên petrolê yên navneteweyî re hene.
Rûdaw: Bi ya we peymanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên bi şirketên petrolê re baş û têr in?
Nedîm Zehawî: Erê. Bi ya min Hikûmeta Herêma Kurdistanê karekî awarte kir û di warê bipêşxistina sektora enerjiyê de bi pêşketineke baş pêk anî. Ez dizanim ku serokwezîr dixwaze bi enerjiya rojê û çavkaniyên enerjiyê yên nûjenbar re hilberîna hîdrokarbonê jî zêde bike û di vê mijarê de xebatên gelekî baş hatin kirin lê ya eşkere ew e ku bi ya min hin şirketên petrolê yên navneteweyî daxwaza qezenceke gelekî zêde dikin û divê ew vê yekê dîsa binirxînin. Peyama min ji bo şirketên petrolê yên navneteweyî ev e: Dema ku hûn li hemberî welatê xwedî mal dadmend in, divê hûn bi baldarî biryar bidin ka hûn dê çawa hilberîna xwe bidomînin.
Rûdaw: Di hevdîtina we ya bi birêz Sûdanî re ya li Londonê hûn li ser pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê axivîn? Derbarê çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de çi got?
Nedîm Zahawî: Gelek mijar hatin gotûbêjkirin. Ez bawer im bersiva wî ev bû; ew dixwaze kar û bar bên rêkxistin. Ew dixwaze piştrast be ku petrol di boriyan re derbas dibe. Her wiha, ew dixwaze tiştên ku ew dike têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexdayê de heta ku mimkun be erênî bin. Ew dibîne ku aboriyeke xurt û zindî li Kurdistanê bi kêr tê lê di dawiya rojê de, divê gotin bigihêjin encamekê. Bi ya min, ji ezmûna xwe ya di siyasetê de, ez dikarim bibêjim ku siyasetmedar gotinên mezin dibêjin lê divê em wan li gorî kirinên wan şîrove bikin.
Di encamê de, siyaseta Îraqê ji aliyê civaka navneteweyî ve tê şopandin, ji aliyê welatên wekî Amerîka û Brîtanyayê ve tê şopandin. Ev welat karên siyasetmedarên li Bexdayê dinirxînin û dişopînin ka bi rastî jî di warê Kurdan de gavên rast diavêjin yan na.
Rûdaw: Hikûmeta Îraqê û hikûmeta Brîtanyayê di warên enerjî û çavkaniyên mirovî de hin peyman çêkirin. Em ji peymana bi şirketa BPyê re dest pê bikin. BP dikare çi bike li Îraqê? Bi taybetî dikare hilberîna petrolê li Kerkûk û derdora wê zêde bike?
Nedîm Zehawî: Belê, dikare. Çend mijar hene. Ya yekem, sektora enerjiyê ya giştî dikare were başkirin lê di heman demê de rezervên gazê jî hene, hin gaz qirêjtir in ji ber ku zêdetir metan tê de heye lê digel vê yekê li Herêma Kurdistanê û deverên din ên Îraqê derfetên mezin ên gazê hene. Nirxandina vê yekê dê ji bo her du aliyan jî bibe ramaneke rast.
Her wiha, divê hin projeyên mezin pêş bikevin, wekî mînak ez dizanim ku ADNOC plan dike ku bi awayekî cidî li Îraqê hilberînê bike lê di heman demê de ji bo projeyên enerjiyê yên nû jî derfetên mezin hene. Ji ber vê yekê Serokwezîr Barzanî, behsa siyasetên xwe yên enerjiyê û cureyên din ên enerjiyê kir. Teknolojiyên nû hene. Wezîrê Karên Derve yê Îmarata Erebî yên Yekbûyî Abdullah bin Zayed, doh ji min re got: "Êdî teknolojiyeke ku dikare ji bayê jî enerjiyê hilberîne heye. Ji bo afirandina enerjiyê hewcedariya we bi bayê xurt tune. Em hin nûjeniyên ku ji çar aliyên cîhanê tên Îmaratî bi kar tînin. Tiştên ku em dê ji Îmaratê fêr bibin gelek in. Ez bawer im hevkariya di navbera Îraq û Îmarat û Kurdistanê û Îmaratê dê gelekî girîng be.
Rûdaw: Li ser şandina koçberên ne qanûnî ji Brîtanyayê bo Îraqê rêkeftineke din hat kirin; bi ya we ev dikare were bicihkirin? Eger were bicihkirin, dê kengî pêk were? Eger pêk neyê, çi astengî heye?
Nedîm Zehawî: Ez ne di hikûmetê de me, niha hikûmet di destê Partiya Karkeran de ye. Ji ber vê yekê, ji gelek aliyan ve, misogerkirina ku beşek ji wan nîgeraniyên ji Îraqê dertên divê bên çareserkirin, û ew dikeve ser milê hevalên min ên di hikûmeta niha de. Helbet, divê em piştrast bin ku ev têkilî ku ez bawer im di rêya rast de diçe, dê bi rastî hêsantir bike ku ew kesên bi rêyên ne qanûnî tên welatê min, werin vegerandin. Ya ku divê were kirin ev e; eger hûn bi awayekî ne qanûnî werin divê hûn muameleyeke gelekî cuda bibînin. Divê ev ji ya ku hûn dixwazin bi rêyên qanûnî werin, bixwînin û kar bikin cuda be. Ji ber vê ez dibêjim divê ev her du tişt bi awayekî zelal ji hev bên cudakirin.
Rûdaw: Birêz Zehawî, van rojên dawî Serokê Amerîkayê Donald Trump, derbarê Xezeyê de daxuyanî da û behsa valakirina Xezeyê û şandina gelê ya ber bi Misir û Urdunê ve kir. Hûn li ser vê mijarê çi difikirin? Ma tiştên ku Trump pêşniyar dike dikarin bên bicihkirin?
Nedîm Zehawî: Baş e, binêrin, Serok Trump pragmatîst e. Ew keseke ku dixwaze pirsgirêkan çareser bike ne ku wan çêbike, ezmûna min a bi wî re vê yekê nîşan dide. Ez bawer dikim ku ew dibîne ku li Rojhilata Navîn bi hevkariya hevalbendên Amerîkayê derfetek heye ji bo çareserkirina hin pirsgirêkên ku demeke dirêj e berdewam dikin, di nav wan de pirsgirêka Filistînê jî. Ez bawer dikim dê aqilane be ku em li ser çawa dewleteke Filistînî ya domdar dikare were avakirin binêrin. Bi ya min, girîng e ku em hestên gelê Filistînê yên li seranserê herêmê fêm bikin. Wekî ku Amerîkî dibêjin ew jî beşek ji vê lîstikê ne. Dema ku li cem mirov tiştek hebe, dema ku hest bikin ku tiştek li cem wan heye, ew dixwazin wê biparêzin, pêş bixin, mezin bikin, wê demê mucîze pêk tên. Li Îmaratê binêrin; çi mucîzeya aborî ya mezin afirand!
Ez piştgiriyê didim rojeva refahê. Ya girîng ew e ku di dawiyê de hûn dê çawa bigihîjin wê derê. Dibe ku acizker be. Ji gelek aliyan ve, ez tercîh dikim ku kesekî fonksiyonel û bi bandor hebe li şûna kesekî ku bi temamî nizane li ku derê disekine. Bi awayekî, ez bawer dikim ku cîhan ji her tiştî zererlelê dibîne, çi şerê li dijî parzemîna me ya li Ewropayê be, çi êrişa Putîn a li ser Ukraynayê be, çi jî li Rojhilata Navîn be. Amerîka ji gelek aliyan ve dudil e, li ser pozîsyona xwe ya li herêmê ne zelal e. Hebûna Serok Trump û ev zelalbûn dibe ku tişta tenê be ku dikare erênî be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse