Şandeyeke Sûriyeyê li Îtalyayê ezmûna kantona Tîrolê gotûbêj kir

13-08-2023
Hisên Omer
Şandeke ku ji pêkhateyên cuda yên li Sûriyeyê pêk dihat çû Îtalyayê
Şandeke ku ji pêkhateyên cuda yên li Sûriyeyê pêk dihat çû Îtalyayê
Nîşan Îtalya Tîrol Şande Sûriye Pêkhate
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Şandeyeke Sûriyeyê ku ji kesayetiyên Kurd, Suryan û Ereb pêk dihat serdana xwe ya li kantona başûrê Tîroliyê ya Îtalyayê temam kir.

Gera şandeyê ku 3 rojan berdewam kir, ji aliyê Navenda Ewropî ya Lêkolînên Kurdî, bi hevkariya Navenda Euracê ya Lêkolînan û Peymangeha Federalîzmê ve hate rêxistin.

Şandeya kesayetiyên Sûriyeyî di roja dawiyê ya serdana xwe de li kantona Tîrolê, ezmûna wê herêmê li gel lêkoler û şarezayên navenda Eurakê û Peymangeha Federalîzmê gotûbêj kir.

Edama şandeyê Fedwa Mehmûd ku endama Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê ya lîsteya muxaleftê ye, ji Rûdawê re diyar kir ku xwezî ew karibin ezmûneke wiha li Sûriyeyê cîbicî bikin lê ji bo vê yekê pir kar pêwîst e.

"Sûdwergirtina ji vê ezmûnê pir girîng û pêwîst e" 

Endama Komîteya Destûrî Fedwa Mehmûdê got:

“Bi rastî sûdwergirtina ji vê ezmûnê pir girîng û pêwîst e lê gelo em dikarin wê li Sûriyeyê cîbicî bikin? Bi baweriya min pir kar û dem jê re pêwîst in ji ber ku cudahî di navbera herd u ezmûnan de heye.

Cudahî di navbera Sûriyê û Tîrolê de heye. Erê, ez hêvî dikim, bi rastî hêvî dikim ku ev ezmûn li Sûriyeyê bê cîbicîkirin lê gelek dem û kar jê re divê.”

Endamê şandeya navborî Hewas Egîd jî got ku ew dixwazin ew ezmûna li başûrê Tîrolê li Sûriyeyê jî bê cîbicîkirin.

Şand ji kesayetiyên Kurd, Suryanî û Ereban pêk hatibû.

Kantona Başûrê Tîrolê kantoneke otonom e li bakurê Îtalyayê.

Rûbera wê 7,400 kîlometreyên çargoşe ye.

Li gorî amarên 2011an, hejmara nişteciyên wê 511.750 kes bûye.

Li gorî amarên 2014an, ji sedî 62,3 bi zimanê Almanî, zaravayê Awisturya diaxivin.

Ji sedî 23,4 bi zimanê Îtalî diaxivin, ji sedî 4,1 bi zimanê Latînê diaxivin û ji sedî 10,2 ku piraniya wan koçber in bi zimanên din diaxivin.

Başûrê Tîrolê weke nimûneyeke serkeftî ya pêkvejiyana pêkhateyên cuda di sîstemeke nenavendî de tê hejmartin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst