Li Brîtanyayê belemeke koçberan binav bû: 6 kes xeniqîn

12-08-2023
RÛDAW
Nîşan Belem Brîtanya Koçber
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kanala Îngilîzî ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de belemeke koçberan binav bû, herî kêm 6 koçberan canê xwe ji dest da.

Hêzên Deryayî yên Fransayê ragihand ku bi dehan koçber di belemê de bûne.

Herwiha amaje pê hate kirin ku û ew koçber ji Fransayê ber bi Brîtanyayê ve diçûn.

Hêzên Deryayî yên Fransayê diyar kir ku tîman 54 koçber rizgar kirine û hinek koçber jî winda ne.

Di operasyona rizgarkirinê de 5 keştiyan, helîkoptereke Fransayê û 2 keştiyên Brîtanyayê cih girtiye.

Hêzên Deryayî yên Fransayê ragihand ku keştî ji ber hewaya xirab û pêlên bilind binav bûye.

Kanala Îngilîzî rêyeke avê ya di navbera Fransa û Brîtanyayê de ye û yek ji rêyên herî qelebalix ên koçberan e.

Li gorî Hikûmeta Brîtanyayê, ji sala 2018an ve zêdetirî 100 hezar koçberî di Kanala Îngilîzî re çûne Brîtanyayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst