NASA wêneya gerdûnê ya teleskopa James Web belav kir

12-07-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ajansa Asmanî ya Amerîka NASAyê 5wêneyên din ên rengî yê gerdûnê belav kir ku ji aliyê teleskopa fezayî ya James Webb ve hatiye girtin.

Ajansa Asmanî ya Amerîka NASAyê di bûyereke mezin de 5 dîmenên destpêkê yên afirandina gerdûnê nîşanî mirovahiyê da ku teleskopa James Webb a bi 1,6 mîlyon kîlometreyî dûrî erdê ye hate girtin.

Duh jî NASA bo yekemîn car kûrtirîn û zelaltirîn wêneyê rengî yê gerdûnê bi amadebûna Serokê Amerîka Joe Biden û cîgira wî Kamala Haris belav kiribû.

Li gor heman ajansê, teleskopa James Webb, wêneyeke herî kûr û hûr û rengî ya tîşkên jêr sor ji gerdûnê, girtiye.

Di yekem wêneya teleskopa James Webb de, bi  hezaran hesare diyar dibin, di nav de ew laşên din ku bi tîşkên jêr sor têne xuyakirin. Li gor ajansê, ew navçeya ku di wêneyê de dixuyê, beşekî biçûke ji gerdûnê ye.

Rêveberê Ajansa NASAyê Bill Nelson ragihandiye, ev wêneya ku tê dîtin, ya berî 13 milyar salên ronahiyê ye, ronahî jî bi leza 168 hezar mil, wate 270 hezar km di çirkeyekê de diçe, ev ronahiya di wêne de dixuyê, ya hinek hesareyan a berî 13 milyar salên ronahiyê ye.

Bel Nelson diyar dike,  ku ev teleskop gelekî hûr e, ew dê bi rêya wê , dê  bizanin hesareya ku ew lê dinerin, jiyan li ser dibe yan na û ew dê bersiva hinek pirsan werbigirin, ku berî niha nebûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst