Hewlêr (Rûdaw) - Zankoya Durhamê semînerek ji bo rojnamegerên Kurd Ako Îsmaîl û Şaho Ebdulqadir li dar xist, her wiha pêşangeheke wêneyan di derbarê şer û encamên wê de û kurtefîlmeke li ser Helebceyê jî nîşan da.
Roja Çarşemê 11ê Gulana 2022an li bajarê Durham a Brîtanyayê nîşandana berhemên du rojnamegerên Kurd dest pê kir û biryar e hefteyekê berdewam bike.
Kurte belgefîlma "Bonî Sêw | Bêhna Sêvê" çîroka rizgarbûyekî ji kîmyabarana Helebceyê derdixe pêşberî bîneran ku di pêşangeha wêneyan a taybet bi rojnamevaniyê de behsa şer û encamên wê dike.
Semîner li ser rojnamevaniyê bû û hejmarek ji mamostayên zankoyê û rojnamevanên bajêr jî beşdar bûn.
Pêşangeh û belgefîlm beşeke ji projeya "Dema Ku Ew Guherîn" e ku ji aliyê Ako Ismaîl û Şaho Ebdulqadir ji bo bîranîna qurbaniyên Holokostê hatiye amadekirin.
Pêşangeh û nîşandana belgefîlmê berî niha li bajarên Newcastle û Sunderlandê yên Brîtanyayê pêk hatibû.
Kurte belgefîlma "Bonî Sêw | Bêhna Sêvê" ku derhênera wê Claire Webster e, karê muzîkê ji aliyê Rizgar Hemereûf ve hatiye amadekirin û li Helebce û Brîtanyayê hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse