Keştiya Alan Kurdî dîsa derbasî nava deryayê bû

12-04-2021
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya Alan Kurdî piştî ku li Îtalya 6 mehan hatibû hecizkirin, careke din destûr ji bo wê hate dayîn ku derbasî nava deryayê bibe û koçberên asê rizgar bike.

Rêxistina ku keştiya Alan Kurdî bi kar tîne  ragihand ku Keştiya Alan Kurdî piştî ku li Îtalya 6 mehan hatibû hecizkirin, careke din destûr ji bo wê hate dayîn ku derbasî nava deryayê bibe.

Keştî bi wê behaneyê hatibû rawestandin ku jiyana koçberan dixe xeterê.

Wê rêxistina diyar kir êdî Keştiya Alan Kurdî dikare kar bike.

Keştiya Rizgarkirina Koçberan Alan Kurdî, weke keştiyeke hawarçûnê ye, di nava deryayê de digere û koçberan rizgar dike.

Alan Kurdî jî, ew zarokê ji Kobanî yê 3 salî, di sala 2015 li Bodrumê di deryayê de tevî biryayê xwe yê 5 salî Xalib û dayîka xwe Rihan, di Deryaya Spî de xeniqî bûn.

Alan Kurdî bûbû sembola dramaya koçberan li seranserê cîhanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst