Li gelek welatên Ewropa qedexe tên rakirin

12-02-2022
RÛDAW
Welatên Ewropayê dixwazin gav bi gav rênimayên li hemberî coronayê sist bikin
Welatên Ewropayê dixwazin gav bi gav rênimayên li hemberî coronayê sist bikin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatên Ewropayê dixwazin gav bi gav rênimayên li hemberî coronayê sist bikin û heta niha li gelek welatan qedexe hatine rakirin.

Biryar e li Îtalya, clubêb şevîne vebin, li Îspanya li deverên servekirî bikaranîna maskeyan namîne, li Holenda jî piraniya rênimayan têne betalkirin.

Şêwirmendê Almanya Olaf Scholz diyar kir ku ewê heftiya tê dest bi sistkirina rênimayan bikin û dema buharê gava diwemîn jî bavêjin.

Li Îtalya, dê 31ê Adarê neçariya bikaranîna maskeyan bi temamî rabe û clubên girtî jî vebin. Lê divê mêvanên wan cihan, kerta xwe ya derzîbûnê li ber derî nîşan bidin.

Li Îspanya jî hem neçariya bikaranîna maskeyan radibe,  dîsko û barên bajarên Barselonayê jî vedibin.

Holenda jî 18ê Sibatê stadyûman, şanoyan, sînema û restorantan bêyî rênima vedike.

Li Belcika, Awisturya, Fransa û Luksembûrgê jî rênima têne sistkirin û gav bi gav li gorî planê wê temamê rênimayên korona betal bibin.

Bajarê Barcelona yê Herêma Katalonyayê, piştî nêzîkî du mehan ji girtinê, careke din hikûmetê yasayên qedexekirinê sist kirine bar û  xwaringehan deriyên xwe li pêşiya xelkê vekirin.

Xwendekarê li Barcelona Nacho dibêje: “Îro rojeke taybet e, yekem roj e bo hemûyan, em bi maskan derketine daku nexweş nekev in, em dixwazin demeke xweş biborînin, lê bi awayekî hişmend.”

Li Spanyayê jî , hikûmetê rê daye xelkê bê mask derkevin, li Madrid a paytexta xelk li cadeyan maskên xwe davêjin.

Hikûmeta Swêdê jî qedexe rakiriye û êdî xelk dikarin cihên giştî bikar bînin û çûnûhatinê bikin bê ku karta vaksînkirinê ji wan bê xwestin.

Welatiyê Swêdê Patrik Kessler dibêje: “Êdî dem hatiye em vegerin jiyana xwe ya normal, ku careke din jiyana xwe bikin. Bi teybet li Swêd gelekî sar e, 8 mehan li ba me zivistan e, pêdiviya me bi derketinê heye.”

Xelkên Îtalyayê jî êdî dikarin bê mask derkevin û derbasî cihên giştî bibin, piştî rakirina tedbîrên tund ên xweparastinê ji aliyê hikûmetê ve.

Kanûna 2021an corê Omicron ê Coronayê li piraniya welatên Ewropayê belav bibû, vê yekê jî wiha kir ku  piraniya wan welatan rêkarên xweparastinê tundtir bikin û liv û tevgera xelkê xwe sînordar bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst