Şewata li daristanên Awustraliyayê berdewam e; Milyarek ajel ji nav çûne

12-01-2020
RÛDAW
Nîşan Awustraliya Vîktoriya Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ji dawiya sala bihorî ve agireke mezin li daristanên herêma Vîktoriyayê li başûêr rojhilatê Awutraliyayê dest pê kiriye û tevî hemû hewldanên hikûmeta wî welatî û tîmên vemirandina agir, şewat hêj nehatiye kontrolkirin û ji ber şewatê bi sedan milyon ajel û canliber ji nav çûne, tevî ku jiyana mirovan jî li herêmê ketiye ber metirsiyê.

Li gor daxuyaniyên berpirsên hikûmeta Awustralyayê, di encama şewata mezin a li wî welatî de, heya niha nêzîkî milyarek ajel û canliber mirar bûne, ku tê texmînkirin, ji wê hejmarê 25 hezar Kuala bin, ajela degmen ku metrisiya jinavçûnê li ser wê heye.

Herwiha li gor zanyariyan, ji ber şewatê 10 milyon û 700 hezar hektar zewî û daristan şewitîne.

Ji bilî mirarbûna wê hejmara mezin a ajelan, ji ber şewata ku hêj berdewam e, 28 kesan jî li Awustraliyayê canê xwe ji dets dane û û zêdetir ji 2 hezar xanî û avahî şewitîne.

Serokwezîrê Awustraliyayê, Scott Morrison ragihandiye: “Ev krîza niştimanî bpye sedema canjidestdana 28 kesan ku du ji wan ji herêma Vîktoriyayê ne. Tevgera berpirsan gelek baş bûye û eger ew tevger naba, bêguman dê zirar û qurbaniyên me gelek zêdetir ban. Zêdetir ji 2 hezar xanî wêran bûne, ew jî cardin eger tîman bi başî kar nekiriban, dê xaniyên zêdetir wêran biban.”

Ji ber berfirehiya rûberê şewatê, beşa dabînkirina avê li artêşa Awustraliyayê tevlî proseya vemirandin û kontrolkirina agir bûye û alîkariya tîmên taybet dide.

Berpirsên hikûmeta Awustraliyayê pêşbînî dikin, ku bi dirêjahiya du hefteyên bihê, asta reşebayên hişk ên bê baran zêdetir bibe û ew jî rê ji bo berfirehtirbûna şewatê xweş dike.

Ji ber hişkesaliyê û bihêziya bayê, agirê li daristanên Awustralyayê her ku diçe berfirehtir dibe. Amerîka û çend welatên din alîkariyê didin Awustraliyayê daku şewatê kontrol bikin û 2 hezar û 700 kes ji tîmên kontrolkirina agir li navçeyê belav bûne, lê tevî hemû hewldanên wan agir hêj nehatiye kontrolkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst