Zimanê Kurdî dê li Japonyayê bê xwendin

11-12-2018
Emrah Akbulak
Nîşan Ferhenga Kurdî Zimanê Kurdî Japonya Kurmanci
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) –  Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê ragihand ku ew zaraveya Kurmancî ya zimanê Kurdî dê weke ders bidin xwendin.

 

Zanîngeha Lêkolînên Biyanî ya Tokyoyê, zaraveya Kurmancî ku ji bo xelk û xwendevanên japon, weke ders daxilî mufredata xwe ya xwendinê kir.

 

Sekreterê Dostaniya Komeleya Japonya-Kurdistanê bo Rûdawê ragihand û got: “Min berî niha ji zanîngehê re gotibû ku em zimanê Kurdî fêrî xwendekaran bikin. Li wê derê profesrekî ku li zimanê Farisî lêkolînan dike, derbarê vê yekê de ji min re got, em daxwaza vê yekê dikin, eger tu bikaribî ders bidî.”

 




 

Meha Nîsanê dest pê dike

 

Çolak wiha got: “Ji bo mamostetiyê şert û merc hebûn. Lê ez ji bo wan şert û mercan guncaw bûm. Bi rastî li ser vê mijarê alikariya wî profesorî gelek heye.”

 

Çolak da zanîn ku sala nû ya xwendinê li Japonyayê dê meha Nîsanê dest pê bike û wiha pê de çû: “Hem xelkê û hem jî xwendavên zanîngehê dê zaraveya Kurmancî hîn bibin. Ji niha ve ji bo xwendevanên japonî  20 kontenjan hatine veqetandin. Ev tişt di dîroka Japonyayê de yekem e.

 

Vakkas Çolak amaje bi yekê kir ku wan weke Komeleya Dostaniya Japonya-Kurdistanê û Komeleya Çandî ya Kurdî heta niha zimanê Kurdî fêrî zêdetirî ji 20 xwendekarên zanîngehê, akademisyen û rojnamegeran kirine.

 

Çolak herwiha da zanîn ku xebatên wan yên ji bo zimanê Japonî li Herêma Kurdistanê jî hene û got:  “Zanîngeha Selahedîn ji bo zimanê Japonî biryar dabû, lê belê ji ber şerê DAIŞê û krîza aborî ev proje pêk nehat. Em sibê diçin Zanîngeha Duhokê û em dê li ser vê mijarê gûftûgo bikin. Lewre daxwaza wan hene. Me pirtûk jî anîne.”

 

 





Yekem ferhenga Japonî-Kurdî

Me yekem ferhenga Japonî-Kurdî li gel hevalan amade kir. Berî niha me ji Rûdawê re ragihandibû ku serpoşa ferhengê li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin. Çimkî li ser ferhengê al û nexşeya Kurdistanê hebû. Ji ber weşanxane neyê girtin, me serpoş guhert. Di ferhengê de 2 hezar 500 peyv hene. Ferheng ji zaraveyên Soranî, Kurmancî û Zazakî yên Kurdî û zimanê Japonî pêk tê. Herwiha  Îngîlîzî jî tê de ye. Li dawiya ferhengê jî gramera Kurmancî heye. Me ji bo dersên zanîngehê jî  pirtûkek amade kiriye û di meha bê de derdikeve.

 

 


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst