Herî zêde kîjan welat çekan difiroşin?

11-03-2024
RÛDAW
Nîşan Firotina Çekan Kirîna Çekan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapora Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), di firotina çekan de Amerîka di rêza yekem de ye.

Herwiha Tirkiyeyê di navbera salên 2019 û 2023an de hinardeya xwe ya kelûpelên leşkerî ji sedî 106 zêde kiriye û li ser asta cîhanê bûye 11emîn mezintirîn hinardekarê çekan.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI) amarên firotina çekan a berawirdkirina salên 2014-2018 û 2019-2023yan eşkere kirin.

Tirkiyeyê firotina çekan ji sedî 106 zêde kiriye

Li gorî rapora SIPRIyê Tirkiyeyê di navbera salên 2019-2023yan de li gorî salên 2014-2018an hinardeya xwe ya çek û kelûpelên leşkerî ji sedî 106 zêde kiriye.

Tirkiye di vê heyamê de li ser asta cîhanî bûye 11emîn welatê ku herî zêde çekan difroşe.

Deh welatên ku herî zêde çekan difroşin

Deh welatên ku herî zêde çekan difroşin Amerîka, Fransa, Rûsya, Îtalya, Koreya Başûr, Çîn, Almanya, Brîtanya, Îspanya û Îsraîl in.

Tirkiye herî zêde bi rêjeya ji sedî 15 çek firotine Îmaratê, bi rêjeya ji sedî 13 firotine Qeter û bi rêjeya ji sedî 11 firotine Pakistanê.

Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 6,3 jî çek firotine herêma jêr çolê ya Afrîqayê.

Firotina dronan hinardeya çekan a Tirkiyeyê zêdetir kiriye.

Herwiha Tirkiye li ser asta cîhanê di rêza 17emîn de ye ku herî zêde çek û kelûpelên çekan dikire.

Di navbera salên 2019-2023an rêjeya kirîna çekan a Tirkiyeyê ji sedî 29 kêm bûye.

Tirkiye herî zêde ji Spanya, Îtalya û Rûsyayê çekan dikire.

Li hêla din, duyemîn welatê ku Îmarat, Behreyn û Bangladeş çekan jê dikirin Tirkiye ye.

Ji sedî 42ê sektora çekan di destê Amerîkayê de ye

Li gorî raporê li ser asta cîhanê ji sedî 42ê sektora çekan di destê Amerîkayê de ye.

Ev rêje di navbera salên 2014-2018an de ji sedî 34 bû.

Welatên Ewropayê ji sedî 55ê çekên xwe ji Amerîkayê dikire.

Piştî şerê Ukraynayê hawirdeya çekan a welatên Ewropayê ji sedî 94 zêde bûye.

Hejmara welatên ku ji Rûsyayê çekan dikirin di heman heyamê de ji 31 welatan daketiye 12 welatan.

Herî zêde Çîn û Hindistan ji Rûsyayê çekan dikirin.

Herî zêde Hindistan çekan dikire

Li ser asta cîhanê herî zêde Hindistan çekan dikire. Rêjeya kirîna çekan a Hindistanê ji sedî 4,7 zêde bûye û ya Pakistanê jî ji sedî 43 zêde bûye.

Pakistan niha 5emîn welat e ku herî zêde çekan dikire.

Erebistana Siûdî duyemîn e

Li gorî raporê ji sedî 30ê veguhestina çekên navneteweyî ji welatên Rojhilata Navîn re bûye.

Herî zêde jî Siûdî, Qeter û Misirê çek kirîne. Siûdî li ser asta cîhanê duyemîn welat e ku herî zêde çekan dikire.

Welatên Rojhilata Navîn herî zêde ji Amerîka, Fransa, Îtalya û Almanyayê çekan dikirin.

Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stockholmê (SIPRI), ji sala 1950î ve amarên çekên ku ji bo dewlet, saziyên navdewletî û komên ne ser bi dewletan ve tên veguhestin belav dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst