PENa Kurd, Kurdî li PENa Navneteweyî kir rojeva sereke

10-07-2024
RÛDAW
Nîşan PENa Kurd Kurdî Neteweyên Yekbûyî Omer Fîdan
A+ A-

Amed (Rûdaw) - PENa Kurd ji bo ku 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve jî wekî roja piştevaniya zimanê Kurdî bê ragihandin, pêşniyarnameyek pêşkêşî Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî kir.

Ev pêşniyar ji aliyê komîteyê ve hate pejirandin.

Komîteya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî, di navbera 4 û 7ê Hezîranê de civîna xwe li Bajarê Înariyê yê Fînlandayê pêk anî.

Hemû pêşniyarên PENa Kurd hatin pejirandin

Civînê 4 rojan berdewam kir. PENa Kurd bi pêşniyarên xwe yên li ser zimanê Kurdî mora xwe li civînê da.

Hemû pêşniyarên PENa Kurd ji aliyê komîteyê ve hatine pejirandin.

Yek ji pêşniyara ku hate pejirandin jî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bû.

PENa Kurd ji bo ku 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji aliyê Neteweyên Yekbûyî, UNESCO û UNICEFê ve wekî roja piştevaniya zimanê Kurdî bê ragihandin, pêşniyarek da.

Ev pêşniyar ji aliyê Komîtiya PENa Navneteweyî ve hate pejirandin.

Komîte dê vê pêşniyarê ji kongreya giştî ya PENa navneteweyî re bibe.

Eger ev pêşniyar li wê derê jî bê pejirandin îcar dê derbarê zimanê Kurdî de, di qada navneteweyî de karê dîplomasiyê bê meşandin.

Lewre ev pêşniyar dê ji wan sazî û dezgehên navnetewî ve bê kirin.

Hevserokê PENa Kurd Omer Fîdan derbarê vê pêşniyarê de ji Rûdawê re axivî.

Omer Fîdan, bi bîr xist ku du sal berê di kongreya PENa Navneteweyî ya li Upsalaya Swêdê de biryar hatibû girtin ku zimanê Kurdî li Tirkiye û Îranê bibe zimanê fermî û perwerdeyê.

“Mi ji bo parastin û bipêşvebirina Kurdî ev pêşniyar kir”

Fîdan, da zanîn ku ev pêşniyara dawiyê jî berdewamiya vê xebatê ye û wiha axivî:

“Yek ji zimanê herî dewlemend ê cîhanê Kurdî ji bo ku bê parastin û bipêşvebirin me ev pêşniyar kir.

Ev yek ne tenê erka Kurdan e, peywira hemû parêzvanên mafên mirovan ên cîhanê ye.

Em jî wekî Navenda PENa Kurd bi boneya vê biryarê em dê hersal bi bîra raya cîhanê bixin ku ji bo parastin û bipêşvebirina Kurdî peywira xwe bi cih bînin.

Pêşniyar hêj nû ye. Em li bendê ne ku ev pêşniyar di qada navneteweyî de bi xwe re karvedaneke baş bîne.”

Pêşniyarek ji bo perwerdeya bi Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê

Di civîna Komîtiya Mafê Ziman û Wergerê ya PENa Navneteweyî de biryareke din jî ji bo perwerdeya bi Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê hate girtin.

Li ser daxwaz û pêşniyara PENa Kurd komîteyê biryar da ku perwerdeya bi Kurdî ya xweser ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakurrojhilatê Sûriyeyê tê dayîn, ji aliyê rejîma Sûriyeyê û cîhanê ve bê pejirandin.

Herwiha mufredat û destûrnameyên van saziyên perwerdeyê jî bêne pejirandin.

Ev pêşniyara ku hatiye pejirandin dê ji kongreya PENa Navneteweyî re jî bê pêşkêşkirin.

Tê hêvîkirin ku ev pêşniyar di vê kongreye de bêne pejirandin û ji bo ku pêk bên, PENa Navneteweyî bikeve nava hewldanê.

Her wiha PENa Navneteweyî vê pêşniyarê bi awayekî fermî ji Neteweyên Yekbûyî re jî pêşniyar bike.

Eger ev pêşniyar ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve bê pejirandin wê çaxê ev yek dê bandoreke erênî li ser statûya Kurdan a li Sûriyeyê jî bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst