Li Swîsreyê di navbera Tirk û alîgirên PKKê de şer û pevçûn

10-05-2022
RÛDAW
Nîşan Swîsre Basel Kurd Tirk Alîgirên PKKê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Baselê yê Swîsreyê roja Yekşemê di navbera Tirk û alîgirên PKKê de pevçûneke girseyî derket û di encamê de 5 kes birîndar bûn, 5 kes jî hatin desteserkirin.

Li gorî malpera nûçeyan Blick a Swîsreyê li meydana Baselê roja Yekşemê berê êvarê pevçûneke girseyî di navbera Kurd û Tirkan de derketiye. Sedema vê yekê jî Tê gotin ku pevçûn ji ber festîvala zarokan a Tirkan derketiye.

Heman çavkaniyê ragihand ku, beriya nîvro li bajarê kevn yê Baselê li dijî beşdarvanên festîvalê provokasyonên devkî hatibûn kirin û berê êvarê jî pevçûn destpê kiriye. Di encama pevçûnê de 5 kes brîndar bûnê û 5 kes jî hatine desteserkirin. Yên hatine desteserkirin hemwelatiyên Tirkiyê ne û temenê wan di navbera 20-30 salî de ne.

Li gorî medyaya Swîsreyê polîsên Baselê jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kirine û tê de ragihandine grûpeke alîgirên PKKê ji 20-40 kesî pêk dihat nîşanê PKKê hilgirtibûn û êrişî festîvala zarokan a Tirkan kiribûn, û 5 kes hatine desteserkirin yên hatine desteserkirin hemwelatiyên Tirkiyê ne û temenê wan di navbera 24-30 salî de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst