Mihên esrar xwarin gund tevlîhev kirin

10-04-2018
RÛDAW
Nîşan Rhydypandy Birîtanyayê Meh Pez Esrar
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Li gundê Rhydypandy ê Birîtanyayê mihên ku di dema çêrandinê de esrar xwarin gund tevlîhev kir.

 

Li gundê Rhydypandy ê Birîtanyayê mehên ku esrar xwarin bû sedema metirsiyê.


Derbarê vê mijarê de yek jî berpirsê herêma gundê Rhydypandy Loan Richard got, mehên ku esrar xwarine zerareke mezin da xelkê wî gundî.


Loan Richard wiha got: “Mehên esrar xwarin zirareke mezin dan xelkê herêmê. Meh di nav kolanan de ji ber gejbûnê ji aliyekê bazdan aliyê din û daketin nav bahçeyan û heta ku hinek mih ketin hundirê malên xelkê. Mehên esrar xwarin baxçe û malên xelkê wêran kirin.”


Hat ragihandin, dibe ku mihan bermahiyên esrara kargehekê wê herêma ya deryasayî xwarine.


Richar herwiha da zanîn ku wan ji polîsên herêmê daxwaz kirine ku bermahiyên esrara kargeha deryasayî ji holê rakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst