Mela Bextiyar ji Rûdawê re eşkere dike ku di nav YNKyê de bi rêya jehrdayînê hewl dane wî bikujin û dibêje, rojekê ez dê eşkere bikim ku wekî bombeyekê biteqe."
Mela Bextiyar, siyasetmedar û rewşenbîr, endamê berê yê Meclisa Bilind a Siyasî û Berjewendiyên YNKyê li ser siyaseta YNKyê, rewşa Herêma Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û gelek babetên din ji pêşkêşkarê Rûdawê Hîwa Hîwa Cemal re axivî.
Siyasetmedar Bextiyar dibêje "rexneyên min ên li ser siyaseta YNKyê gelek in û cudahiyên min ên mezin bi helwestên wê re hene lê ez ti carî nakevim dijberiya wê û naçim bereyeke li dijî YNKyê."
Bextiyar li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî got,"berê û niha jî min ji berpirsên Rojavayê Kurdistanê re gotiye divê hûn pirsgirêkên xwe bi diyalogê çareser bikin."
Hevpeyvîna Mela Bextiyar û Hîwa Cemal wisa ye:
Rûdaw: Ez dixwazim nêrîna te li ser hilbijartina dubare ya Trump û stratejiya wî ya taybet li Rojhilata Navîn û cîhanê bizanibim?
Mela Bextiyar: Gelekî spas ji bo vê hevpeyvînê. Daxwaza lêborînê jî dikim. Bi rastî ev 5-6 meh in tu li bendê yî lê wekî te jî got, min nizanîbû çi bibêjim. Rewş gelek rûtîn û girtî bû lê niha rewş vebûye. Li ser Trump, dibe ku nêrîneke min a cuda ji ya kesên din hebe. Trump ne kesekî wisa ye ku bi rabûn-rûniştin biryaran bide. Ev mentiqê siyasî û desthilatdarî li yek ji welatên herî mezin ên cîhanê, encama cîhana globalîzmê ye.
Di cîhana globalîzmê de berjewendî têkel bûne, cemser hîn jî yekalî nebûne. Li vir Amerîka, li wir Yekîtiya Ewropayê, li wir BRICS di navbera Çîn û Sovyetê û 15-16 welatên din li derdora wan e. Nakokiyan metirsiyeke mezin li ser berjewendiyan çêkiriye.
Li gorî pirsgirêkên niha yên cîhanê, berê ji ber pirsgirêkên aborî û siyasetê şer derdiketin lê niha pirsgirêk gelekî zêdetir in ji serdema Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Cihanê yê Duyem û Şerê Sar lê şerê leşkerî çênabe. Trump vê yekê telafî dike. Bi van biryaran û bi vê rêbaza Amerîkayî, Trump hemû berjewendî û siyasetên Amerîkayê di van biryarên ku niha ji Amerîkayê re dide de kom dike.
Min zû gotarek li ser Trump nivîsand, roja yekem ku derket, roja duyem min gotarek li ser wî nivîsand. Wan rojan Çawdêr dîsa gotara min belav kir. Piştî sondxwarinê jî heman tişt bûn ku min di gotarê de gotibû, rast ew tişt bi awayekî Trumpî dubare kirin.
Rûdaw: Yanî bi gotina we, biryarên Trump ruhê Amerîkayê ne?
Mela Bextiyar: Ruhê berjewendiyên bilind ên niha yên Amerîkayê ne, li hemû cîhanê û li hundir Amerîkayê jî lê ew wekî Serokê Amerîkayê, pir girîng e niha li wê cîhanê binêre, her du roj piştî hilbijartina wî, Alîkarê Qralê Siûdiyê biryar da ku pêwendiyên aborî bi Amerîkayê re bike, 600 milyar dolar ev pereyekî pirr zêde ye.
Rûdaw: Wê çaxê ew ruhê Amerîkayê dê çi bandorê li Rojhilata Navîn bike?
Mela Bextiyar: Bandoreke mezin dê bike, ji aliyê siyasî û aborî ve, ji aliyê avakirin û guherandina hin sîstem û desthilatê ve, çareserkirina hin pirsgirêkan û zelalkirina hin pirsgirêkan ve. Ez dibêjim demeke dirêj e tu çavdêriya min dikî ku min gotiye Rojhilata Navîn dikele, ducanî ye bi guhertinan, Rojhilata Navîn ber bi guhertinan ve diçe. Ev gotinên min ên çar sal berê ne, niha jî ez dibêjim, kelîna Rojhilata Navîn nêzîk e ku birije û êdî nikare berdewam bike, lewma divê deriyekî jê re bibînin û çareser bikin.
Çareserî jî xuya bû bi van hikûmetên herêmî û neteweyî û mîrgehî û van tiştan, tenê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, nikarin wê dîtina nû ya cîhanê ku li cîhanê diqewime, bigirin û stratejiyekê ji xwe re ava bikin. Lewma dîsa binêre ev xaleke ku dibe xaleke nû be ku mirov bibêje, dîsa çarenivîsa cîhanê ketiye destê hêzên mezin ên cîhanê.
Rûdaw: Gelo li Rojhilata Navîn hevpeymanên Trump an ên Amerîkayê hene?
Mela Bextiyar: Hevpeyman hene, bi taybetî di warê aborî de gelek in lê astengî û pirsgirêkên siyasî û ewlehiyê û fêmnekirin di cîhana globalîzasyon û bazara azad de ku 25 sal in heye, hêdî hêdî radikin. Li hinek deveran bi hêzê li hinek deveran bi biryaran.
Rûdaw: Her çend reqîbên wê jî hene, bo nimûne Çîn di gelek waran de reqîbê wê ye, Rûsya reqîbê wê ye, ev reqîbên Amerîkayê dikarin astengiyan ji siyaseta Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn re çêbikin?
Mela Bextiyar: Li ser Rûsyayê, xwezî Rûsyayê ev şerê Ukraynayê nekiriba. Dibe ku ji şerê Ukraynayê fêm kiribe ku dîwarekî asê li dora Rûsyayê hatiye avakirin, nahêle di van derfetên li Rojhilata Navîn de cihê xwe xurt bike. Rûsya gelek kêfxweş bû û gelek planên wê li ser Sûriyeyê hebûn lê ew rewşa ku hat serê Sûriyeyê û pê rehem Rûsya hem Îran qels bûn.
Çîn gelek bi aqilî siyasetê dike. Ne wekî berê ye, Çîn piştî mirina Mao Zedong, stratejiya wê ya sereke aborî ye. Stratejiya Mao pêşxistina îdeolojiya şoreşê bû û têk çû. Niha Çîn ji aboriyeke biçûk dest pê kir, ji çêkirina sed milyon lîstikên biçûk heta bû hêzeke mezin a aborî ya cîhanê. Çîn xwe tevlî ti şeran nake lê stratejiya wê heye, li deryayê, li esman û artêşê lê guleyekê jî nateqîne, hêza wê ya leşkerî ji bo parastina berjewendiyên wê yên aborî ye.
Amerîka heta niha wisa nîşan dide yan di serdema Biden de wisa nîşan da ku ji Çînê natirse û peymana BRICSê ku peymaneke girîng e û ji sedî 53yê cîhanê di nav de ye. Digel wê jî Amerîka wisa nîşan dide lê ez bawer im siyaseta Trump û biryarên wî nîşan didin ku tirs ketiye dilê wan û li seranserê cîhanê pêşbaziyeke mezin heye û li hin deveran divê zelal bikin ku ev berjewendî bi rastî di bin metirsiyê de nebin.
Metirsî gelek in, metirsiya Çînê ew e ku hêzeke mezin e. Nabe em li bendê bimînin ku Rûsya şerê Ukraynayê bibize. Amerîka dizane û divê bizane ku welatekî nukleerî şerekî biçûk nabize.
Rûdaw: Gelo eger wisa be, Trump ku di van yek-du rojan de û hem jî Putin behs kiriye amade ne hevdû bibînin, tu dikarî bibêjî Trump dê Ukraynayê bide Rûsyayê?
Mela Bextiyar: Na, lê hinek ji wê pêşketina leşkerî û em bibêjin misogerkirina hin erdên Ukraynayê li Kirimê û Deryaya Reş, dê lihevhatinekê pêk bîne.
Rûdaw: Te behsa Rûsyayê kir, rola wê û Îranê piştî Sûriyeyê kêm bûye? Li Sûriyeyê kê wenda kir?
Mela Bextiyar: Bi ya min piştî Beasê Îraqê, Sûriye keleha dawî ya nasyonalîzma şovenîst a Erebî bû ku ya Beşar û Beasa Beşar bû. Xuya bû ti cudahî di navbera her du Beasan de tune bû, her du jî dîktator û şoven û totalîter bûn, ti ferq di navbera Sûriye û Îraqê de tune bû. Vê sibehê min lêkolînekê li ser girtîgehên Sûriyeyê û firotina narkotîkê xwend, Sedam ev jî tune bû. Bandora narkotîkê tune bû.
Rûdaw: Negihişt wê
Mela Bextiyar: Dibe ku negihîştibê lê birayê min ya ku di girtîgeha mezin a wan de diqewime, bawer bike di serdema Hitler de jî wisa bû. Gelo mumkin e 60 hezar kes li wir hatine kuştin, her hefte berdewam 20-25 kes ji birçîbûn û îşkenceyê dimirin. Têkçûna yekem têkçûna wan e, têkçûna duyem hemû ew dewlet bûn ku bawer dikirin Beşar Esed dê bimîne û bibe beşek ji stratejiya ku li Rojhilata Navîn heye û kontrola hin welatên Rojhilatê pê were kirin. Ez bawer im ew di serî de Îran û Rûsya têk çûn.
Îran jî têk çû, binêre serok û malbata Elewî, binêre kurê Hafiz Esed çawa reviya birayê xwe nekiribû bi xwe re bibe. Min agahiyên hûr hene, Sedam herî kêm 9-8 roj beriya rûxana Beasê hemû Encumena Serkirdayetiya Şoreşê kom kiribû û ji wan re gotibû em dê têk biçin û em dê berxwedanê bikin, 10-20 milyon dolar dabû her yekî ji wan û ji wan re gotibû li Îraqê belav bibin û serkirdayetiya berxwedanê bikin. Helbet berxwedan ji dîtina Sedam armanca min e. Eger dîrok were nivîsandin û bi Beşar Esed re were berawirdkirin, Sedam dûrbîntir û xweparêztir bû û ruhiyeta wî ji bo parastina Beasê hebû, wî nikarîbû birayê xwe jî rizgar bike.
Ev dem, dema siyasetê ye ku ez bawer im Wezîrê Derve yê Îranê baştirîn îfade lê kir ku sê hefte berê got, têkçûna Artêşa Sûriyeyê bi vî rengî hişyariyek e ji bo me hemûyan.
Rûdaw: Mebesta wî ew bi xwe ne?
Mela Bextiyar: Wî wisa got.
Rûdaw: Îdiayek hebû em dê paşê li ser Îranê jî hinek biaxivin lê bila em li Sûriyeyê bimînin. Tu niha rewşê çawa dibînî bi taybetî ev desthilata nû ya Sûriyeyê û ev birêveberiya ku Ehmed Şer serokatiya wê dike û ev grûba ku berê grûpeke di lîsteya reş a Amerîka û gelek deverên cîhanê de bûn, tu paşeroja wan çawa dibînî?
Mela Bextiyar: Pêşî bila ez vê bibêjim, Ehmed Şer karekî gelek aqilane kir ku zû xwe ji sûc û tawanên DAIŞê rizgar kir, xwe ji hovîtiya DAIŞê rizgar kir. Niha jî ku li desthilatê ye divê bide xuyakirin ku prensîpên wî ji yên DAIŞê cuda ne, lewma ji DAIŞê veqetiyaye. Wê demê karekî gelek xweşik kir. Duyem, ew bi xwe dibêjin heta meha sê hikûmeteke wan a demkî heye. Em nikarin gelek barê vê hikûmeta demkî giran bikin ji ber ku rewşa Sûriyeyê gelek tevlihev e, rewşa wê wêran e, welat wêran e û heta niha 6-7 milyon Sûriyeyî li derveyî welêt in û pirsgirêkên wan gelek in.
Şer hemû gotinên wî xweşik in, sivîl in, aram in, hemû gotinên wî xweşik in, lê piştî meha sê, piştî yekê sê divê em bizanin ev gotin çiqas dikevin çarçoveya yasayî. Niha di rewşa qonaxa demkî ya awarte de ne lê piştî wê? Dê destûrê binivîsin, dê lihevhatina siyasî ji bo wê destûrê bikin? Eger lihevhatina siyasî bi mixalefeta din a Sûriyeyê re nekin ji bo nivîsandina destûrê, wê demê dê Sûriyeyê rastî zereke mezin bikin û ew bi xwe jî rastî kendaveke mezin bên.
Rûdaw: Tu pêşbînî dikî?
Mela Bextiyar: Min ev mêrik nedîtiye, agahiya min li ser tune ye, ji ber ku wek min got serî hildaye û kêmtirîn agahî li ser heye. Ez bawer im ev mêrik fêm kiriye ku di vê serdemê de ew cureyê desthilata ku hin selefî lê difikirin naçe serî, lewma gelek behsa sivîlbûnê û aramiyê dike, behsa yekbûna artêşê dike û behsa wê yekê dike ku Sûriye ya hemû pêkhateyan e. Behsa azadiyê dike, behsa wê yekê dike ku dê li Sûriyeyê hemû mafên jinan bên dayîn û ew dê di karên sereke de bin. Diyar e Efxanistan li ber çavên wî ye. Wî bi xwe got, em nabin Efxanistan.
Rûdaw: Ya ku tu niha dibînî rewşa Kurd di vê demê de çawa ye? Bi taybetî gelek hewl hene ji bo yekkirina wan?
Mela Bextiyar: Ez bawer im birêz Ehmed Şer, Wezîrê Hêzên Çekdar, Wezîrê Karên Derve û hemû berpirsên niha li Sûriyeyê divê rastiyekê bizanin ew jî ew e ku çawa li hin deveran dema DAIŞ hat artêşa Îraqê têk çû, pêşmerge roleke mezin lîst. Pêşmerge li Mûsil, Diyala, Kerkûkê roleke mezin lîst. Lewma divê bizanin ev hêz çawa hatiye avakirin, wê ne bêqanûnî bizanin. Ev hêz di têkçûna artêşa Sûriyeyê de hatiye avakirin. Eger artêşa Sûriyeyê ne rûxiyaba, ji bo çi ji sedî 50yê zêdetirî Sûriyeyê ji bin kontrola artêşê derket? Ji bo çi artêşa 600 hezarî bû 170 hezar? Eger artêş ne rûxiyaba, çawa Idlib û derdora wê hemû di bin destê van de bû? 12 sal di bin destê wan de bû. Çawa ew di rewşeke awarte de hatin avakirin û karîn bi piştgiriya Tirkiye û gelek welatên din ku alîkariya wan dikirin bi ser ketin?
Divê ew bizanin ku ew hêza li Rojavayê Kurdistanê jî hatiye avakirin, li dijî DAIŞê ji hemû wan rêxistinên çekdar ên ku bi birêz Ehmed Şer re ne, qurbaniyên wê zêdetir dane û karîn herêmê bi qehremaniya şervanên xwe biparêzin. Niha rewşeke din hatiye pêş, Tirkiye hêdî hêdî fêm dike rewşa nû. Ew gefên ku kir 'yan hûn dê xwe teslîm bikin yan em dê bi çekan we binax bikin' ku cenabê Erdogan ev gef kirin, herî kêm bipaş xist spas ku derfetek da bizane ber bi çareseriyê ve diçe yan na.
Şandina Hemîd Derbendî nûnerê cenabê Kak Mesûd û civîna wî bi ENKS, PYD û HSDyê re û hatina birayê birêz Mezlûm Kobanî ji bo cem Kak Mesûd û civîna wan bi xwe gavek e ber bi çareseriyê ve. Dibe ku me jî peyama xwe gihandibe hemû aliyan ku ev rêya we çareserî ye. Ji bo dîrokê dibêjim cara yekem min Salih Muslim ê birêz dawetî Silêmaniyê kir.
Rûdaw: Kengî?
Mela Bextiyar: 13-14 sal berê, Kak Mehmûdê Hacî Salih li civînê bû, Kak Umer Ehmed ku niha berpirsê Navenda Şarezorê ye li civînê bû. Li wir min 2-3 pêşniyar ji li wî kirin.
Yekem, tika dikim îdeolojiyê ji wijdan re bihêlin, îdeolojiyê ferz nekin, îdare xizmetê dixwaze. Duyem, min got, serdana Bexda, Tehran û Enqereyê bike, li deriyê dewletên mezin bide. Got, em sê çawa bikin?
Ya ku me karî em bikin me alîkarî kir û pêk anî. Wê demê û piştî wê jî min gelek pêdagirî li ser vê yekê kir, bi wan re, Qendîl, PYD jî. Dema ez çûm Qamişlo jî min pêdagirî kir û min got hûn yek in gewriyên we hene, ew gewrî di destê PDKyê de ye, gewriya aboriyê, lewma têkiliyên xwe bi PDKyê re baş bikin. Dibe ku min di jiyana xwe de li derveyî welêt li Sûriyeyê û li vir herî kêm 30-35 caran ev kes dîtine û min her ev gotin ji wan re gotiye, min ji wan re gotiye eger hûn pirsgirêkên xwe bi PDKyê re çareser nekin hûn şaş dikin. Bextiyarî niha ezmûn û demê da xuyakirin ku divê pirsgirêk bên çareserkirin. Dê çi bibe? Dê çi bibe?
Rûdaw: Bibore berî ku tu bibêjî çi dê bibe, van demên dawiyê te ti têkilî bi wan re durist kir?
Mela Bextiyar: Min peyam şandine.
Rûdaw: Li ser çi dê bibe?
Mela Bextiyar: Min peyam şandine ka çi bikin baş e bi ya min, bi destûra wan ez vê gotinê dikim. Ne divabû biçûna Helebê, çûn û derxistin, ne divabû biçûna Dêrezor û Minbicê çûn û derxistin lê li wan deverên ku hene cihên rewa yên wan in, niha xwe diparêzin, ev parastin mafê wan e. Her ji destpêkê dîtina min ew bû ku dema Beşar rûxiya divabû daxuyaniyek derxistana û bigotana, em di rewşekê de hatin avakirin û hûn jî di rewşekê de hatin avakirin, em dê niha di sengerê parastina xwe de bimînin û deriyê me ji bo her çareseriyekê vekirî ye. Eger wan yekser ev daxuyanî derxistiba, her çend piştî wê bi çend hefteyan du hefteyan ev gotin, gotin em federaliyê naxwazin, em nenavendîtiyê dixwazin û em amade ne li ser mijara leşkerî jî gotûbêjan bikin û em amade ne ku em bên Şamê û va ye çendîn gotûbêj kirine. Ez vê wekî karekî aqilane dibînim, mentiqê siyasî ev e.
Rûdaw: Yanî wekî tê gotin, tu paşeroja Rojavayê Kurdistanê bi Sûriyeyê re zelal dibînî?
Mela Bextiyar: Ji sedî 50 erê.
#VÎDEO - Mela Bextiyar: Min ji Birêz #Ocalan re gotiye, "Xebata çekdarî êdî ne stratejiya rizgariya gelan e"
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 26, 2025
🎙️ Mela Bextiyar: PKK 40 sal in heye. Ne Tirkiye dikare #PKK'yê nehêle û ne jî PKK dikare bigihe hinek armancên xwe
🎙️ Mela Bextiyar: Divê Birêz #Ocalan guftûgoyan bike… pic.twitter.com/n8yG02pvpY
Rûdaw: Lê li Sûriyeyê ji bilî Ewrûpayê du hêzên mezin li wir amade ne, yek jê Tirkiye ye û ya din Amerîka ye ku dibe ku berjewendiyên her du aliyan bi awayên cuda li hev bikevin. Ji vê yekê ez dixwazim nêrîna te bizanibim û paşê te bi xwe jî behsa wê pêvajoya ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye kir. Van her du hêzan li Sûriyeyê çi berjewendî hene ku wan bike nakokî derkevin?
Mela Bextiyar: Gelek baş e em ji Bakur dest pê bikin. Derfeteke dîrokî hatiye pêş, ev derfeteke dîrokî ye. Ji PKKyê re jî min ev gotin 10-15 sal berê kirine. Hevdîtina min a yekem bi yek ji serkirdeyên PKKyê re ku navê wî Ferhad Ocalan bû, birayê Abdullah Ocalan bû, min jê re got keko piştî Şerê Sar têkoşîna çekdarî stratejiya rizgariya gelan nîne. Min cenabê Ocalan jî li mala Mam Celal li Şamê dît û min ev gotin jê re got, min got êdî têkoşîna çekdarî wê stratejiyê pêk nayîne.
Hîwa, tu dizanî min sala 1989an pirtûkek bi navê "Şoreşa Kurdistan û Guherînên Serdemê" nivîsand, min li wir got stratejiya çekdarî bi dawî bû. Doh min guhdariya hevpeyvîna Kak Mesûd kir, heman tişt got, ez gelek kêfxweş bûm heman tişt got. PKK 40 sal e heye xwe girtiye. Ne Tirkiyeyê karî PKKyê ji holê rake ne jî PKKyê karî beşek ji armancên xwe li Bakur pêk bîne. Lewma divê navenda rê bibînin, divê pêşî li ser mafên siyasî desthilat were dayîn ku cenabê Ocalan gotûbêjan bike.
Hevdîtina duyem li Îmraliyê ji ya yekem çêtir bû, tê gotin ku peyama wî ji bo Qendîlê heye, silav ji Selahedîn Demîrtaş re şandiye, ez jî ji vir silavan ji her duyan re û ji hemû hevalên girtî re dişînim û hêviya azadiyê ji wan re dixwazim. Ez bawer im eger PKK, eger Abdullah Ocalan bi dewleta Tirkiyeyê re li ser wan mafên siyasî li hev bike, piştre li ser mijarên leşkerî yên PKKyê li hev bike, wê demê Rojavayê Kurdistanê zêdetir tê garantîkirin ji bo çareseriyê. Eger li hev nekin û li Bakur, li Garê, Qendîlê û li her derê şer berdewam bike ez ji bo Rojavayê Kurdistanê ditirsim.
Te behsa Amerîka û Tirkiyeyê kir. Tirkiyeyê berjewendiyên jeopolîtîk hene, Sûriye ji bo Tirkiyeyê gelek gelek girîng e. Nabe bi romantîzma şoreşgerî em vê deynin aliyekî, Tirkiye welatekî mezin e. Du welatên mezin li Rojhilata Navîn hene ew jî Tirkiye û Îran in ku bandora wan li ser her çar parçeyên Kurdistanê hene. Tirkiye li Sûriyeyê berjewendiyên wê gelek in û ewlehiya wê li wir heye, ewlehiya mezin li wir heye, lewma vê derfetê ti carî ji dest nade. Eger çareserî çêbe Tirkiye jî wê qebûl bike, eger çareserî çênebe bêguman ajendaya leşkerî li Tirkiyeyê heta niha xurt e.
Amerîka cuda ye, Amerîka berevajî Tirkiyeyê li PYDyê dinêre û ez bawer im hebûna Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê biryareke demkî nîne, ev têkilî bi hemû hevkêşeyan ve heye. Di gelek tiştan de Tirkiye û Amerîka li hev nakin, ji dagirkirina Qibrisê ve li hev nakin her du jî NATOyî ne, di vê yekê de jî li hev nakin.
Rûdaw: Baş e te behsa Îranê kir, pirsekê dikim lê berî wê her li ser Bakur, gelek caran Kurd hinek bi zehmetî dibînin ku bibêjin filan tişt neke, yanî ev gotina ku bila PKK çekan deyne ku navê çekdanînê lê bê kirin dibe ku ji bo mentalîteya Kurd giran be û qet naxwaze vê bibihîze?
Mela Bextiyar: Bi xwe ji bo psîkolojiya Kurd giran e, me li çiyê mirina xwe dixwest ne ku çekan deynin.
Rûdaw: Lê ev dikare bi navên din û lihevhatinên din were cibicîkirin ne wisa?
Mela Bextiyar: Erê wisa ye, min got bi lihevhatina siyasî paşê biryara yasayî li Parlamentoya Tirkiyeyê tekeziyê li ser lihevhatinê bike.
Rûdaw: Te behsa Îranê kir, te got bi Tirkiyeyê re du welatên girîng ên herêmê ne. Ew girîngî yan em bibêjin ew hegemonya ku Îranê wekî welatekî girîng ê herêmê hebû piştî rûxana Beşar Esed maye?
Mela Bextiyar: Na na, ew hegemonya Îranê ya li Rojhilata Navîn heta digihîje Yemen û Xelîc û Deryaya Sor û wan hebû bi rûxana Beşar aliyekî dîwar rûxiya, bêguman rûxiya nabe ev were înkarkirin. Bi înkarê têkilî bi bûyera siyasî re nayê kirin, bi xwendineke kûr têkilî pê re tê kirin. Lewma Îran bixwaze yan nexwaze wekî min di pêşekiyê de gotiye û di gotarekê de jî nivîsandiye, Îran têk çû.
Bi dîtina min divê Îran derfetekê bide bizane ev hikûmeta Sûriyeyê çawa hikûmraniyê dike, bi temamî dijberiya vê hikûmetê ji aliyê Îranê yan her grûpeke din ve şaş e.
Rûdaw: Baş e te got beşek ji dîwarê Îranê rûxiyaye, ez dixwazim ji wir herim ser mijara Îraqê, bandora Îranê li ser Îraqê jî beşek ji wî dîwarê rûxiyayî ye û nemaye yan kêm bûye?
Mela Bextiyar: Digel ku rûxana Beşar derbeyeke mezin bû ji Îranê re lê bêguman hîn jî cihekî Îranê yê xurt li Rojhilata Navîn heye, hêzeke wê ya xurt li Rojhilata Navîn heye bi taybetî li Îraqê. 250-260 hezar hêzên çekdar ên Heşda Şebî, Fesaîl hene ku ev bi piştgirî û dostaniya Îranê karê xwe dikin. Lewma ez bawer im dibe ku Îran ji Sûriyeyê ders wergire û wekî berê têkilî bi Îraqê re neke, hewl bide Îraqê ji derbeyeke kujer a ji aliyê Îsraîl û Amerîkayê biparêze.
Ez hay jê me berî rûxana Beşar gelek ditirsiyan ku Heşda Şebî û Fesaîl (Komên Çekdar) şaşiyek wiha bikin ku Beşar tûşî dijberiya Îsraîlê bikin, negihîştin û rewş bi awayekî din ket.
Balkêş e ew serdana birêz Sûdanî ya ji bo cem Rêberê Mezin ê Îranê encama wê çi bû? Gelo cenabê Xameneyî ti soz da Sûdanî ku Heşda Şebî yan Fesaîl saz bike? Na yekser jê re gotibû piştgiriya Heşda Şebî bike destê wan veke, ev hêzeke girîng in li dijî Îsraîl û li dijî Amerîkayê wisa jê re gotibû. Min şîkariya derûnî ji bo vê peyamê kir, yekser Sûdanî destekî ketibû vî alî û destekî ketibû wî alî yanî çi bibêje? Nikare li wir bibêje na ji ber ku siyaset zelal bû ku Sûdanî divê piştgiriya van bike lê hêdî hêdî xuya bû ku ev Heşd û Fesaîl fêm dikin ku rewş gelek hestiyar e û wekî berê ne bêtirs in ku bi serxweçûna xwe tevbigerin.
Rûdaw: Gelek serkirdeyên wan xwe veşartine
Mela Bextiyar: Nûçe hene ku pirraniya wan xwe veşartine.
Rûdaw: Wê çaxê niha Heşda Şebî û Fesaîl wekî metirsî li ser Îraqê mane û metirsî ne li ser Îranê jî?
Mela Bextiyar: Erê eger Fesaîl û Heşda Şebî rewşê wekî xwe nexwînin û şiyana bersivdana teknolojiya şerî ya Îsraîlê bi piştgiriya Amerîkayê wekî xwe nexwînin û şaşiyeke giran li hemberî Îsraîlê bikin, wê demê ez bawer im Îsraîl derbeke kujer lê bixe. Xuya bû teknolojiya şer li Rojhilata Navîn xuya bû Îsraîl şahsiwar e.
Rûdaw: Ne Şahsiwar Ebdulwahid
Mela Bextiyar: Ew jî rêzek jê re heye.
Rûdaw: Li ser mijara rola Îranê li ser Îraqê bi taybetî di hin projeyasayan de ku tê gotin di bin bandora Îranê de ne û bi taybetî Şîe zêdetir serdest in, di vê demê de sê guherîna yasa û biryar li parlamentoyê deng li ser hat dayîn, armanca min Parlamentoya Îraqê ye. Ew bi hev ve hatin girêdan beşek ji wan têkilî bi erd û malê gelê Kurd û Tirkmenan ve hebû, beşek têkilî bi jin û zewacê û yasaya rewşa kesayetî ve hebû beşek jî têkilî bi Suniyan ve hebû, girêdana van hersêyan bi hev re Kurdan zerer kir yan qezenc û nêrîna te li ser guherîna yasaya rewşa kesayetî çi ye?
Mela Bextiyar: Yekem ez dest pê dikim, Parlamentoya Îraqê bi vê pêkhateyê ya ku niha heye biryar dide, 300 hezar donim erdê bide cotkarên Kurd û Tirkmenan, ev tê çi wateyê? Tê wateya ku ji dema dewleta Îraqê heye, ji dema Beasê heye neheqî kiriye. Ji bîr neke, tehrîb ji serdema qraliyetê ve hatiye Hewîce û derdora Kerkûkê, ji wê ve hatiye.
Rûdaw: Ji 1927an ve hatiye.
Mela Bextiyar: Ji bîst û heftan ve hatiye. Baş e niha ev tê çi wateyê? Tê wateya ku ev neheqiyeke mezin heye, her tim Kurd me gotiye "hey hawar, zordariyê li me dikin û em xwe û axa xwe diparêzin", kesî bawar nedikir, niha ew bi xwe qebûl dikin lê bi rastî ez hinekî şaş dimînim ji pakêta her sê yasayan bi hev re. Ev belgeyeke wê yekê ye ku li vî welatê me, li vê parlamentoyê biryareke saxlem derbas nabe. Eger lihevhatina pêkhateyan nebe û hevsengiya wan neyê girtin, Kurd, Sunî û Şîe her yek beşa xwe bir, destûra me jî wisa hatiye nivîsandin ku em hevpar in li Îraqê.
Xuya bû hîn jî filter wekî xwe ne, ev her sê biryar sê xaneyên cuda ne. Carekê erdê cotkarên Kurd û Tirkmenan mafê wan e, efûya giştî jî biryareke mirovî ye û mafê wan e. Ya taybet bi zewaca zarokên 9 salî, ev baweriya olî ye û em nikarin red bikin, gelek tişt bi sedan sal berê hatine sepandin û hêdî hêdî rewşa wê hatiye guhertin, ez bawer im di dawiyê de dê ev biryar were nirxandin.
Rûdaw: Piştî hemû van tiştan, bi dilniyayî xelk niha vê pirsê dike,“birêz Mela Bextiyar niha çi dike û mijûlî çi ye?”
Mela Bextiyar: Ez dilgiranê Kurd im, dilgiranê demokrasiyê me, dilgiranê rewşenbîriyê me, ez dinivîsim, hîn jî malperê Çawdêr û Navenda Rewşenbîrî ya Çawdêr bi hemû pêkhateyan heye û ez birêve dibim.
Gelekî gelek çavdêriya rewşa siyasî dikim, pêwendiyên min ên siyasî bi hemû aliyan re baş in. Diyar e rexneyeke min a zêde li ser siyaseta YNKyê heye, helwesteke min a gelek cuda bi siyaseta YNKyê re heye, lê bawer bikin ez ti carî dijberiya YNKyê nakim an biçim cem aliyekî li dijî YNKyê bim ez vê yekê nakim.
Rûdaw: An dev ji YNKê berdim?
Mela Bextiyar: Ez heta kongreya sêyem û nivîsandina bername û rêbaza YNKyê ya li kongreya sêyem ku min bi xwe serperiştî kir û pêşekiya wê jî min bi xwe nivîsand, ez şanaziyê bi YNKyîbûna xwe dikim lê piştî wê, hûn bi xwe dizanin wekî her partiyekê li cîhanê pirsgirêkên mezin ketine nav, cudahiyên gelek kûr ketine nav, bawer bike ev cudahî û bi eşkere helwesta min gelek çêtir e ji ya ku ew di nav xwe de pirsgirêkên wan gelek in û beşek ji wan ji min zêdetir dilgiran in lê newêrin bibêjin.
Rûdaw: Ev di Kurdî de jê re dibêjin bizot, rojeke wê heye.
Mela Bextiyar: Bizot e, dibe ku bayek wê veke. Rêza min heye, ti guman tune, ez dixwazim vê yekê bi rêya Rûdawê ragîhînim, ez bi temamî şanaziyê bi dîroka YNKyê dikim, serê xwe li ber kêlên şehîdên YNKyê ditewînim ku her di nav çekdarên ku min ew bi rêxistin kirine de 28 kes şehîd bûne.
Ez bi xwe di nav YNKyê de bûm û ji bo YNKyê 7 caran, bi jehra ku YNK bi xwe dayê min mîn jî 8 caran hewl hat dayîn ku min bikujin, ez ti carî dev ji wê dîrokê bernadim, bila kes bendewariya wê yekê neke ku ez dev jê berdim. Kes jî ji wê dîrokê, piştî mirina Mam Celal û Newşîrwan Mistefa, ji min şarezetir nabînim, ez westiyayî me ji wê dîrokê lê ez rastî kendalê û şaşiyê nayêm, bila kes pêşbîniya wê yekê neke ku bi propagande û derewan min han bidin ku ez rastî şaşiyê bêm, na ez wê yekê nakim.
Rûdaw: Te behsa jehrdayîna xwe kir, dema wê nehatiye ku tu eşkere bikî?
Mela Bextiyar: Bawer bike rojekê ez dê eşkere bikim wekî bombeyekê biteqe, niha ez ji wê zêdetir nabêjim.
Rûdaw: Pêwendiyên te, yanî ti zexta YNKyê li ser te tune ye?
Mela Bextiyar: Ji bilî wê sûcê ku li hemberî Çawdêrê kirin, her wiha ew şanoya şermezariyê ya bi navê festîvala Gelawêj kirin, ti zexta din li ser min nîne.
Rûdaw: Pêwendiyên te yên civakî bi berpirsên YNKyê re, an yên ku niha di desthilatê de ne çawa ne?
Mela Bextiyar: Ez nikarim dîroka me ya hevpar şermezar bikim, di bîra min de ye û ez rêzê lê digirim.
Rûdaw: Di dema girtina Çawdêrê de, gelek kes hatin cem te û piştgiriya te kirin, ew wekî xwe mane?
Mela Bextiyar: Min kesek nedîtiye ku poşman bûbe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse