Hewlêr (Rûdaw) – Kamala Harrisê qebûl kir ku Donald Trump bi ser ketiye û got, “Divê em encamên van hilbijartinan qebûl bikin.”
Xelkê Amerîkayê 5ê mehê çû ser sindoqan û di navbera Donald Trump û Kamala Harrisê de tercîha xwe kir.
Ji bo namzedek bi ser bikeve divê 270 delegeyî bistîne.
Heta niha 295 delegeyên Namzedê Komariyan Donald Trump û 226 delegeyên Namzeda Demokratan Kamala Harrisê hene û Trump serkeftina xwe teqez kiriye.
Donald Trump di weşana zindî de serkeftina xwe bi gotinên, “Ez bûm serokê 47an, ez spasiya gelê Amerîkayê dikim” ragihand.
Kamala Harris li Zanîngeha Howardê ya li Washingtonê li ser encamên hilbijartinan axivî.
“Divê em qebûl bikin”
Kamalayê qebûl kir ku Trump bi ser ketiye û wiha got:
“Divê em encamên van hilbijartinan qebûl bikin. Ez bi serokê hilbijartî Trump re peyîvîm û min ji bo serkeftinê ew pîroz kir.
Wekî din, min jê re got, em dê ji bo ku pêvajoya dewrkirina rayeyê bi awayekî azadane bibe alîkariyê bidinê.”
Harrisê amaje pê kir ku ew pêbendî makezagonê û û li pey çû:
“Ez qebûl dikim ku di vê hilbijartinê de zora me çû lê ez dev ji têkoşîna me bernadim.”
Kamalayê diyar kir ku wan dema kampanyaya hilbijartinê karekî baş kiriye û spasiya alîgirên xwe kir.
Trump dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an sond bixwe û dest bi karê xwe bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse