Lloyd Austin dibe Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê

08-12-2020
RÛDAW
Nîşan Lloyd Austin CENTCOM Joe Biden Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Joe Biden, Fermandarekî berê yê CENTCOMê  bo postê Wezîrê Berevaniyê berbijêr dike û eger Kongrês pesend bike, ew dibe yekem kesê reşpîst ku di dîroka Amerîkayê de ew post wergirtiye.

Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden roja Înê dê berbijêrê bo postê Wezîrê Berevaniyê aşkere bike û li gor medya Amerîkayê, Biden dê Lloyd Austin, Fermandarê berê yê Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) bo wî postî berbijêr bike.

Lloyd Austin di dema serokatiya Barack Obama de, Fermandarê CENTCOMê bû û heyamekê jî fermandariya hêzên Amerîkayê dikir li Rojhilata Navîn û niha xanenişîn e.

Austin 8ê Tebaxa 1958an li wîlayeta Alabama ji dayîk bûye, 41 sal ximzeta serbazî heye û sala 2016an xanenîşîn bûye. Ji bo ku Austin bikare bibe Wezîrê Berevaniyê  pêwîstiya wî bi rezamendiya  Encûmena Pîran heye.

Ji ber yasaya Federalî kesên leşker, divê 7 salan piştî xanenişîniyê li mal bimînin, da ku bikaribin beşdarî karê siyasî di Pentagonê de bikin, lewma pêwistiya wî bi biryareke taybet ji Encûmena Pîran heye.  Li gor wê yasayê, divê kesekî sivîl Wezareta Berevaniyê  werbigre.

Lloyd Austin di şerê Iraq û Efxanistanê de û piştî 2012an jî di dariştina stratejiya şerê dijî DAIŞê de rol hebû û xwediyê 17 xelatên serbazê yên rêzlêgirtinê ye.

Berbijêrkirina Austin ji aliyê medya Amerîkayê ve li ser zarê 4 berbirsên îdareya Biden hatiye piştrastkirin, lê heta niha Biden ew berbijêrê wî postî bi fermî ranegihandiye.

Pêşbirka li ser wergirtina wî postî di navbera Michele Flournoy û Lloyd Austin de bû. Eger Flournoy ew post wergirtiba dibû yekem jin di dîroka Amerîkayê de ku ew post wergirtiye û eger Austin wergire, ew jî dibe yekem kesê reşpîst ku di dîroka Amerîkayê de ew post wergirtiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst