Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Amerîka ji ber zêdebûna êrişên Tirkiyeyê dilgiran e

08-08-2023
Nîşan Matthew Miller Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Rojavayê Kurdistanê Êrişên Tirkiyeyê
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand ku Amerîka ji ber zêdebûna êrişên Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê dilgiran e.

Matthew Miller, doh, di civîna xwe ya rojane ya rojnamevaniyê de bersiva pirsên Rêveberê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde da.

“Operasyonên Tirkiyeyê bandorê li sivîlan dikin”

Miller, amajê pê kir ku erîşên Tirkiyeyê xisarê didine xelkê sivîl û got:

“Dilgiraniya Amerîkayê ya ji bo zêdebûna binpêkirinên li bakurê Sûrîyeyê didome. Em bi taybetî ji ber bandora van êrişan a li ser xelkê sivîl ê herêmê û operasyonên me yên bi armanca têkbirina mayînde ya DAIŞê dilgiran in. Di vê mijarê de helwesta me neguheriye.”

Li gorî amarên çavkaniyên xwecihî, Tirkiyeyê ji destpêka 2023an ve herî kêm 30 carî bi dronan êrişî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Di van êrişan de 53 şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û 11 sivîlan canê xwe ji dest daye.

“Em xerakirina rewşa asayî şermezar dikin”

Matthew Miller bal kişande ser vê yekê ku divê her du alî di rewşa agirbestê de bin û berdewam kir:

“Em hîn jî piştgiriyê didine agirbestê û xerakirina rewşa asayî şermezar dikin. Ji ko ku rewşa Sûriyeyê aram bimîne û ji bo çareseriya siyasî hewl bê dayîn girîng e ku hemû alî agirbestê bidomînin.

Amerîka ji bo ewlehiya xelkê sivîl, karmendên xwe û Hêzên Hevpeymanan yên li herêmê, bi Tirkiyeyê û hevalbendên xwe yên li Sûriyeyê re dixebite.

Herwiha di bidawîanîna aloziyên li Sûriyeyê de berjewendiyên me û Tirkiyeyê yên hevpar hene.”

Li aliyê din, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê da zanîn ku welatê wî piştgiriyê dide hewlên Hikûmeta Îraqên yên ji bo têkoşîna bi gendeliyê re.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst