Trump li keleha Demokratan mitînga xwe ya herî mezin li dar xist

Duh li 07:50
Sinan Tunçdemir
Trump li New Yorkê mîtîngek li dar xist / Wêne: Rûdaw û AFP
Trump li New Yorkê mîtîngek li dar xist / Wêne: Rûdaw û AFP
Nîşan Amerîka Hilbijartin Donald Trump New York Mitîng
A+ A-

New York (Rûdaw) - Namzedê Komariyan Donald Trump mîtînga xwe ya herî mezin li keleha Demokratan bajarê New Yorkê li dar xist.

Li Amerîkayê dê 5ê Çiriya Paşîn hilbijartinên serokiyê bên kirin.

Namzedê Komariyan û serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump 9 roj pêşiya hilbijartinê li bajarê New Yorkê mitîngeke gelekî mezin bi beşdarbûna malbat û tîma xwe li dar xist.

Her çi qasî New York navenda Demokratan be jî bi hezaran kes bi rengê sor beşdarê mîtînga Trump bûn.

Li gorî salên berê hejmara beşdaran gelekî zêde bû û di alîyê din de jî gelek mirovên navdar jî ji bo piştgiriya Trump di mitîngê de amaed bûn.

“Ez dê dagirkeriya mirovên krîmînal bi dawî bikim”

Namzedê Komariyan Donald Trump got:

“Peyama min ji bo hemû Amerîkiyan ev e, eger ez di hilbijartinê de serkeftî bibim, ez dê dagirkeriya mirovên krîmînal li welatê me bi dawî bikim û hatina wan jî bidim sekinandin.

Her wiha ez dê 'xeyala Amerîka' carek din wergerinîm. Dewleta me dê mezintir, bi hêztir, ewlehîtir û dewlementir bibe.”

Dengên Trump zêde dibin

Her çi qasî serkeftina Trump li New Yorkê neyê hêvî kirin jî hejmara dengên ji bo wî bê gûman zêde dibe.

Ji ber ku New Yorkî dibêjin ew di van salên dawî de ji polîtîkayên Demokratan bezar bûne.

Demokratan di hilbijartina 2020an de ji sedî 60 û Komarparêzan jî ji sedî 37 deng bi dest xistibûn.

Xelka New Yorkê Halysue Fradeyê got, “Gelekî koçberên neyasayî tên bajarê New York û ev jî gelek New Yorkîyan dilşad nake.”

“New York dê bibe rengê sor”

Nişteciha New Yorkê Patricia Williamsê jî got:

“New York dê bibe rengê sor. Ji ber ku New Yorkî êdî bezar bûne ji rûyê Demokratan. Yasayên wan ne baş in. Hewcedarî bi guharînê heye.”

Nolan Qyê jî got, “Bakurê eyelata New Yorkê zêdetirî Komarparêz in lê niha bajarê New Yorkê jî diguhure ji ber ku sînorê me li gorî berê zêdetir vekiriye.”

Gelekî penaberên neyasayî çûna wir û ji ber wê jî fikra rûniştvanên New Yorkê diguhere.

New York di dîroka xwe de her tim wekî eyaletek bi rengê şîn hatiye binavkirin ew jî ji ber ku Demokrat her tim di hilbijartinan de serketî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst