Li Îtalya 4 kes bi tometa fînansekirina terorîstan hatin desteserkirin

06-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsên Îtalyayê, bi tohmeta şandina pereyan bo kesên radîkal û grûpên terorîst, 4 kes li bajarê Andria li bakurê wî wleatî desteser kirin. Polîs ragihandiye, di encama lêkolînên li gel wan kesan de, toreke mezin a fînansekirina grûpên tundrew hatiye aşkerekirin.

Kesên hatine desteserkirin hemû welatiyên bajarê Andrea yê Îtalyayê ne, temenê wan di navbera 29 û 42 salan de ye.

Polîs ragihandiye, wan 4 kesan di navbera salên 2015 heta 2020an de bi rêya 1000 transferî nêzîkî yek milyon euro bo 42 kesan li 49 welatan şandine.

Li gor daxuyaniya polîs, wan kesan alîkariyên darayî ji bo kesên radîkal ên li Sirbistan, Tirkiye, Almanya, Îmarat, Albanya, Rûsya, Hungarya, Urdun û Taylandê şandine.

Berpirsekî Polîsê Bacê yê Îtalyayê ragihandiye, berdewamiya lêkolînan nîşan da wergirên wan pereyan heta asta 1 milyon euro bi rêya veguhastinên biguman ji çavkaniyên din wergirtine.

Polîs diyar kiriye, piraniya wan pereyan bo rêxistinên wek DAIŞ û grûpên din ên tundrew yên li Sûriyê hatine şandin.

Li gor daxuyaniya Polîs, tenê çend rojan berî êrîşa terorîstî ya li Dagistanê ya di 18ê Şibata 2018an de, ku têde 5 jin li kenîseyeke Orthodox hatibûn kuştin, wan 4 kesan pere şandibûn Rûsyayê.

Polîs dibêje wan kesan bi du rêyên sereke ew pere ji kes û rêxistinên tundrew re şandine, yek di navbera Tirkiye, Lubnan û Rojhilata Navîn de bû, û ya din jî bi rêya welatên Balkanê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst