Îstixbarata Amerîkayê: Em pêşbînî dikin Rûsya hemû Ukraynayê dagîr bike

06-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Îstixbaratê ya Amerîkayê pêşbînî dike ku Rûsyayê amadekariyên zêdetir kirine bo pêkanîna êrîşeke berfireh bo ser Ukraynayê ku dibe hemû axa wî welatê “dagîr bike.”

Çend berpirsên Amerîkî ku nexwestine navên wan bê eşkerekirin, li ser zimanê berpirsekî îstixbarata wî welatî ragihandine ku Rûsyayê amadekariyên xwe zêdetir kirine bo pêkanîna êrîşeke berfireh bo ser Ukraynayê. Herwiha dibêjin, Rûsyayê di pratîkê de nêzîka ji sedî 70yê hêza wê heye, ku pêwîst be bo pêkanîna wê êrîşê.

Rûsyayê zêdeyî 110 hezar serbaz li ser sînorê rojhilatê Ukraynayê kom kirine û bi gotina wan berpirsên Amerîkî, şiyana wî welatî heye ku bi wê hêza niha li ber destê wê ye, di dema du hefteyan de “êrîşeke berfireh” dijî Ukraynayê bike.

Lê Îstixbarata Amerîkayê heta niha nizane, gelo Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryar daye êrîş bike yan na; lê dizanin ku Putin dixwaze hemû bijrade li ber destê wî bin, ji wan jî pêkanîna êrîşeke sînordar, wate kontrolkirina Herêma Donbasê ku dikeve rojhilatê Ukraynayê, yan êrîşeke berfireh bo kontrolkirina tevahiya welat.

Berpirsên Îstixbarata Amerîkayê Kongresa welatê xwe agahdar dikin ku “Eger Rûsya bi vê amadekariya bilez ku niha dike wek komkirin û amadekirina hêzên ser sînor, wê demê şiyana wê heye heta nîvê vê mehê (Sibata 2022), zêdeyî 150 hezar serbaz kom bike, ku pêwîst in bo pêkanîna êrîşekê û tevahiya Ukraynayê kontrol bike.”

Di agahdarkirina berpirsên Îstixbarata Amerîkayê de bo Kongresê tê gotin: “Eger Putin bijardeya giran hilbijêre, dikare di dema 48 demjimêran de bajarê Kiev ê paytexta Ukraynayê kontrol bike û serokê welat Volodymyr Zelensky ji desthilatê dûr bixe.”

Herwiha derbarê hejmara qurbaniyan de jî hişyarî dane ku eger şer çêbibe, pêşbînî kirine di navbera 25 hezar heta 50 hezar kesên sivîl bên kuştin û di navbera 5 hezar heta 25 hezar serbazên Ukraynayî û 3 hezar heta 10 hezar serbazên Rûsî bên kuştin û di navbera milyonek heta 5 milyonan de Ukraynayî derbider bibin û biçin Polandayê.

Di raporteke taybet a Saziya Îstixbarata Amerîkayê de tê gotin ku di du hefteyên borî de Rûsyayê zêdeyî 60 ketîbeyên serbazî li bakur, rojhilat û başûrê Ukraynayê bi taybetî li Nîvgrava Kirîmyayê bicîh kirine. Roja Înê 4ê Sibata 2022ê, zêdeyî 80 ketîbeyên serbazî ji naverasta Rûsyayê û 14 ketîbeyên din ji bajarê Vladivostokê ber bi Ukraynayê ketin rê.

Hefteyek berî niha jî nêzîka hezar û 500 serbaz ji Yekeya Serbazî ya Taybet a Rûsyayê li ser sînorê rojhilatê Ukraynayê hatin bicîhkirin. Herwiha hêzeke zêde ya deryayî ya Rûsyayê bi 5 keştiyên serbazî yên taybet di nav Deryaya Reş de rawestiyane û amadeyî êrîşeke ji nişka ve ne bo ser peravên başûrê Ukraynayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst