Greenpeace: Tirkiye yek ji wan 3 welatan e ku herî zêde hewayê qirêj dikin

05-06-2021
RÛDAW
Nîşan Greenpeace Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Greenpeace li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand, ku Tirkiye yek ji wan 3 welatan e ku herî zêde hewayê qirêj dikin. Rêxistina Jîngehê ya Cîhanî Greenpeace dibêje Tirkiye yek ji wan 3 welatan e ku herî zêde dibin sedem hewa pîs bibe.

Herwiha tê gotin ku ji 10 santralên termik ên komirê yên Ewropayê ku di warê kukurt dioksitê (so2) de herî zêde hewayê pîs dikin, 3ê ji wan li Tirkiyê ne. Greenpeace li ser hesabê xwe yê fermî Twitterê bi helkefta Roja Jîngehê ya Cîhanî derbarê Tirkiyê de peyamek belav kir.

Li gor amarên ku Greenpeace parve kirine di rêza 10 santralên termik ên komirê de ku herî zêde hewayê qirêj dikin  santrala termîk a komirê bi navê Soma ku li bajarê Konyayê ye sêyemîn e.

Santrala termîk a Kangalê ku li bajarê Sêwasê yê Bakurê Kurdistanê ye 4emîn e û santrala termîk a Seyitomer ku li bajarê Kutahya yê Tirkiyê ye jî di rêza 6emîn de ye.

Piştî konferansa jîngehê ya Neteweyên Yekbûyî ku sala 1972an li Swêdê hat sazkirin, her sal  5ê Hezîranê wek Roja Jîngehê ya Cîhanî tê pîroz kirin û bi armanca paqijkirina jîngehê bang li welatan tê kirin ku xwezayê biparêzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst