Karsazê Kurd xelata taybet a Serokê Qazaxistanê wergirt

04-11-2022
RÛDAW
Karsazê Kurd xelata taybet a Serokê Qazaxistanê wergirt
Karsazê Kurd xelata taybet a Serokê Qazaxistanê wergirt
Nîşan Refîqê Yaqûbê Îbrahîm Mîrzoyev Xelat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Weqfa Kinyaz Îbrahîm, Refîqê Yaqûbê Îbrahîm Mîrzoyev, xelata "Kurmetê" a Serokkomariya Qazaxistanê wergirt.

Karsazê Kurd ê ku li Qazaxistanê dijî Serokê Weqfa Kinyaz Îbrahîm, Refîqê Yaqûbê Îbrahîm Mîrzoyev bi xelata taybet a “Kurmet/Rêzgirtin” a Serokomariyê ku li welêt xelata herî bi prestîj e hat xelatkirin.

Refîqê Yaqûbê Îbrahîm Mîrzoyev beşdarî bultena Rûdawê bû û got ku ji sala 1993’an vir ve Xelata Taybet a Serokomar Kurmet ji bo kesên ku li Qazaxistanê yekîtî û biratiya gelan xurt kirine û di warê aborî, zanistî û hunerî de xizmeta welatê xwe kirine tê dayîn.

Mîrzoyev destnîşan kir ku xelat cara ewil ji aliyê Serokkomar Nazarbayev ve hatiye dayîn û her sal bûye kevneşopî ku kesê ku xizmeta herî baş dike hêjayî xelatê tê dîtin.

Herwiha Mîrzoyev da zanîn ku ew sêyemîn Kurd e li Qazaxistanê ku bi vê xelatê tê xelatkirin.

Wergirtina vê xelatê di nava Kurdên Qazaxistan û Kurdên welatên Sovyeta berê de bû cihê kêfxweşiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst