Ukrayna: Li Santrala Etomî ya Zaporijiya şewat derket

04-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di nehemîn roja êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê de, îro li nêzîk santrala etomî ya Zaporijiya (Zaporizhzhia) ku mezintirîn santrala etomî ya Ewropayê ye, agir derket. Agir li avahiyeke nêzîk santralê bûye û tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û piştî çend demjimêran şewat kontrol kirin.

Tîmên agirvemirandinê yên Ukraynayê ragihandin agirê ku bi santrala Zaporîjya ketibû hat kontrolkirin.

Serokê Şaredariya Enerhodar li Ukraynayê Dmitriy Orlov îro ragihand, ku serê sibeha îro înê agir bi santrala etomî ya Zaporijiya (Zaporizhzhia) ketiye ku mezintirîn santrala etomî ya Ewropayê ye.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmytro Kuleba ragihand, eger santrala Zaporizhzhia biteqe, dê 10 caran ji karesata Chernobylê mezintir be û daxwaz kir ku navçeyeke ewle li derdora santrala etomî ya Zaporizhzhia bê çêkirin.

Kuleba daxwaz jî kir ku Rûsya bordumana  wê wêstgehê rawestîne.

Ji aliyekî din ve Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Moskow bi bombebarankirina wê santrala mezin a etomî, dest bi terora etomî kiriye û got, Moskow dixwaze karesata Chernobylê dubare bike.

Zelensky ji serkirdeyên cîhanê rica kir ku şiyar bibin û rê li mirina (Ewropa) bi karesata atomî bigirin.

Zelensky herwiha diyar kir, ev yekem car e di dîroka me de, di dîroka mirovahiyê de, dewleteke terorîst, niha penahê dibe ber terorîzma etomî.

Santrala etomî ya ku îro agir li nêzîk wê ket, dikeve bajarê Zaporizhzhia ku bajarekî pîşesazî ye li başûrê rojhilatê Ukraynayê, %40 enerjiya etomî ya welat dabîn dike û bi gotina Zelensky, ji 15 reaktorên etomî yên li Ukraynayê 6 reaktor li vî bajarî ne.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Etomî jî ragihandiye Kyivê tekez kiriye ku ti guhertin di rêjeya tîşkên santralê de çê nebûye.

Medyaya Ukraynayê jî li ser zimanê berdevkê santralê belav kiriye ku ji ber bordumana bi çekên giran ji aliyê Rûsyayê ve gefeke etomî heye.

Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnosn piştî bûyerê, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tohmetbar kir ku tevahiya Ewropayê xistiye metirsiyê. Serokwezîrê Brîtanyayê got, Kiryarên netirsane yên serok Putin, niha gefên rasterast in bo silametiya hemû Ewropayê.

Boris Johnson daxwaza civîneke bilez a Encûmena Asayişa Navdewletî jî kir.

Koşka Spî jî ragihandiye ku derbarê mijarê de Serokê Amerîkayê Joe Biden bi rêya telefonê li gel Serokê Ukrayna Zelensky axiviye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî ragihandiye ku Antony Blinken û Kuleba pêwîstiyên ewlekarî, aborî û mirovî yên Ukraynayê gotûbêj kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst