Amerîkayê têkildarî hevdîtinên Enqere-Şamê: Em piştgiriyê nakin

04-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price, têkildarî hevdîtinên di navbera Tirkiye û Sûriyê de got: “Tişta ku ez dikarim bibêjim siyaseta me nehatiye guhertin. Em piştgiriyê nadin welatên ku ji bo vegerandina dîktatorê hov Beşar Esed peywendiyên xwe ligel wî pêş dixin an jî piştevaniya wî dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîna çapemeniyê de derbarê rojevê de daxuyanî da.

Li ser pirsa ku nêzîkbûna Tirkiyê û hikûmeta Sûriyê dê bandoreke çawa li ser opozîsyona Sûriyê bi taybetî hevalbendê Amerîka, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û şerê li dijî DAIŞê bike, Ned Price wiha got: “Tişta ez dikarim bibêjim siyaseta me neguheriye. Em piştgiriyê nadin welatên ku têkiliyên xwe ji bo vegerandina dîktatorê hov Beşar Esed baştir dikin an jî piştgiriyê didin wî.”

Ned Price dibêje: “Em bang li dewletan dikin ku rewşa mafên mirovan ya tirsnak a rêjîma Esed di van 12 salên borî de û berdewamî astengkirina gihandina alîkariyên mirovî ji bo gelê Sûriyê yê ku bi salan êş kişandiye, li ber çavan bigirin.”

Price diyar kir ku Amerîka piştgirî dide biryara 2254 ya Encûmena Asayişa Neteweyên Yekbûyî û ew dê bi Neteweyê Yekbûyî û hevkarên din re ji bo çareseriya siyasî ya mayînde li Sûriyê kar bikin.

Li ser pirsa gelo di derbarê hevdîtinê de têkiliya wan bi Tirkiyeyê re heye yan na, Price got: “Me ji hemû hevalbend û hevkarên xwe re bi zelalî eşkere kiriye ku ne dema asayîkirina peywendiyan û ne jî dema pêşxistina peywendiyan e.”

Civîna sêalî

Roja 28ê Kanûna 2022yan Wezîrê Berevaniyê ya Tirkiyê Hulusî Akar, Serokê Rêxistina Îstixbarata Neteweyî ya Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan, Wezîrê Berevaniyê ya Rûsyayê Sergey Şoygu û Wezîrê Berevaniyê ya Sûriyê Elî Mehmûd Ebas û Serokê Îstixbarata Sûriyê Elî Memlûk li paytexta Rûsyayê bajarê Moskowê hevdîtinek pêk anîbûn.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di civînê de kirîza Sûriyê, pirsgirêka penaberan û xebatên hevbeş ên ji bo şerê li gel hemû rêxistinên li Sûriyê hatine gotûbêjkirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî gotibû dibe ku duyemîn civîna sêalî di nîvê meha Çile de pêk were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst