Li Amerîkayê êrişa çekdarî: 18 kes hatin kuştin

03-08-2019
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyaleta Teksas a Amerîkayê di êrişeke çekdarî de 18 kes hatin kuştin. Teqe di nav molekê de li bajarê El Paso li wilayeta Teksas bûye.

 

Li gor agahiyên berdest li eyaleta Teksas a Amerîkayê di mollekê de êrişeke çekdarî hat pêkanîn.

 

Polîsê El Paso ragihand ku di wê bûyerê de 18 kes hatine kuştin.

 

Li gor îdiayan êrişker berî bûyerê li ser hesabê xwe yê Snapchatê wêneyê xwe belav kiriye û gotiye: “Ligel me bin, em niha serdana mole dikin.”

 

Herwiha Polîsên El Pasoyê derbarê bûyerê de 3 guman deseteser kirine û ji niştecihan xwestiya ku nêzîjî mola Cieloy nebin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst