Nûnerê Putîn: Em ji bo hevdîtina Erdogan û Esed dixebitin

02-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê yê ji bo Karûbarên Sûriyeyê Aleksandr Lavrentyev ragihand ku ew ji bo hevdîtinek di navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed pêk were dixebitin.

Nûnerê Taybet ê bo Sûriyeyê yê Putîn, Aleksandr Lavrentyev ji medyaya erebî re axivî û hevdîtina muhtemel a Erdogan û Esad de nirxand.

Lavrentyev diyar kir ku civîna herdû serokan dê bibe derfetek ku hinek pirsgirkên li ser erdê hene bêne çareserkirin û eşkere jî kir ku peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê yên istixbaratî hene û berdewam in.

Şandiyê Rûsya herweha got, egera hevdîtina Esed û Erdogan bi berdewamî heye û ew piştevaniya rêkxistina civîneke weha dikin.

Lavrentyev da zanîn ku du sedem hene hinekî astengiyan çêdikin, yekem mijara sînor û hebûna Tirkiyê li nava Sûriyê û ya duyem jî, piştevaniya Tirkiyê ji grûpên çekdar re.

Nûnerê Taybet ê bo Sûriyeyê yê Putîn herwiha got: “Divê Tirkiye li ser vê mijarê bifikire. Em di wê baweriyê de ne ku hevdîtineke wiha bi giştî ji bo herdu aliyan jî erênî û sûdmend be. Em jî di vî warî de dixebitin.”

Piştî ku Erdogan ragihand, ku dikare bi Serokê Sûriyê Beşar Esed re bicive, Kremlinê jî derbarê hevdîtina her du aliayan de gotibû dibe ku ew hevdîtin bibe.

Esed jî di bersiva Erdogan de gotibû, “em li hêviya kiryaran in, ne gotin.

Esed herwiha eşker kiribû ku peywendiya bi Enqerê re tenê di asta îstîxbaratê de ye û got, dibe ku ev asta di rojên pêş de bilindtir bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst