Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê li ser petrola Kurdistanê axivî

02-10-2023
RÛDAW
Nîşan Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Hinardekirina Petrolê Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê ragihand ku xeta petrolê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de amade ye.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar destnîşan kir ku dê di nava vê hefteyê de dest bi xebatê were kirin.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyeyê Alparslan Bayraktar di Pêşangeh û Konferansa Petrolê ya Navneteweyî ya Ebû Dabiyê ya ku li paytexta Îmaratên Erebî hat lidarxistin de axivî.

Bayraktar anî ziman ku Tirkiye ji bo petrol û gaza xwezayî “her tim rêyeke pêbawer e” û diyar kir ku rojane 2 milyon bermîl petrol di tengava Tirkiyeyê re derbas dibe.

Bayraktar destnîşan kir ku xeta boriya petrolê ya Kurdistan-Tirkiyeyê ku nêzî 45 sal in çalak e, rojane dikare 500 hezar bermîl petrol hilgire.

Piştî ku dadgeha hakemê ya navneteweyî biryar da, Tirkiye ji ber ku “bêyî razîbûna Bexdayê petrol wergirtiye” divê bi qasî 1.5 milyar dolar tazmînat bide Îraqê, lewma ji meha Adarê ve petrola Herêma Kurdistanê ya ku diçû Ceyhanê rawestandiye.

Xeta petrolê ji ber erdhejê tê temîrkirin

Bayraktar diyar kir ku xeta boriya Kurdistan-Ceyhanê ji ber erdhejên 6ê Sibatê, lehî û karesatan tê temîrkirin û got:

“Ji îro pê ve xeta boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê amade ye. Em dê di nava vê hefteyê de xetê bixin meriyetê.

Piştî ku boriya petrolê dest bi kar bike, dê 500 hezar bermîl petrol ji bazarên cîhanî re were şandin.”

Piştî biryara dadgeheke Parîsê, Enqere meha Adara borî, Tirkiyeyê herikîna petrolê ji Herêma Kurdistanê û Kerkûkê ji bo Ceyhanê rawestand.

Piştî wê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî 4ê Nîsanê çû Bexdayê û bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re ji bo jinûve hinartina petrolê rêkeftinek îmze kir.

Aliyan biryar da ku komîsyonên teknîkî yên pêwendîdar demildest dest bi kar bikin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna çapemeniyê ya piştî Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a NATOyê ya ku 21ê Tîrmehê li paytexta Lîtvanyayê Vilniusê hat lidarxistin de, li ser destpêkirina şandina petrola Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê bersiva pirsa Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno da.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Pirsgirêka me bi kirîna petrolê ji Îraqê nîne. Ev yek bi tevahî ji pirsgirêkên di navbera hikûmeta navendî û Bakurê Îraqê de ye. Hevalên min li ser vê mijarê hevdîtinan dikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst