Dêrên Almanyayê dixwaza vegerandina koçberan dikin

02-10-2015
RÛDAW
Nîşan Almanya Koçber Dêr Kardinal
A+ A-

Dusseldorf (Rûdaw) - Heta niha dêrên Almanyayê eşkere li ser paşveşandina koçberan guftûgo nedikirin, lê bi hatina van dawiyan a pêlên koçberan ber bi Almanyayê ve, êdî dêr jî pêwîstiyê bi wê yekê dibînin ku li ser paşveşandina koçberan bê nîqaşkirin.

Serokê Dêra Êvangêlîk ya Almanyayê (EKD) Heinrich Bedford-Strohm yekemîn car mijara paşveşandina koçberan wek guftûgoyeke pêwîst kir rojevê. Kardînalê Dêra Katolîk Reinhard Marks jî dixwaze ku ola Xiristiyaniyê ji koçberên misilman re bê şîrovekirin.

 

Pêşwazîkirina bi çepikan a koçberên ku di van demên dawî de digihijin Almanyayê, navê xwe li vê diyardeyê weke “çanda bixêrhatinê“ kir. Tirsa ku Almanya nikaribe barê van hemû koçberan rake û guftûgoyên li ser metirsiya belavbûna nijadperestiyê û dijberiya koçberan wiha kiriye ku êdî dêr jî tevlî vê guftûgoyê bûn û guftûgoyeke giştî di jêr navê “çanda paşveşandinê“ de kirin rojevê.

 

Serokê Dêra Êvangêlîk ya Almanyayê, Heinrich Bedford-Strohm, yekemîn kesê payebilidê dêreke almanî ye ku ev guftûgo kir rojevê. Bedford-Strohm roja înê li Berlînê li pêş rojnamevanan got: “Belkî pêwîstiya me bi tiştekî wisa weke çanda xatirxwestinê hebe“.

 

Bedford-Strohm yê ku ligel serokê Civata Metranên Katolîk (DBK) kardînal Reinhard Marks derket pêşberî rojnamevanan, diyar kir ku ew li dijî avakirina têlan li ser sînorê Almanyayê ye, herwiha dersînorkirina li pêş kamerayên televizyonê, lê hewl da wiha paşveşandina koçberan şîrove bike ku weke rêyekê ne qedexe nîşan bide û got: “Ez bawer dikim divê em weke dêr li ser vê mijarê biaxivin.“

Nûnerê dêra katolîk kardînal Kardinal Marks jî diyar kir ku divê Almanya li welatên Balkanê û Sûriyê îmkanên wisa ji koçberan rê çêbike ku ew koçber siberoja xwe li welatê xwe bibin, da ku bikaribin vegerin welatê xwe û diyar kir ku “dibe mesrefên vê gavê ji mesrefên yekbûna Almanyayê zêdetir jî bin.“

Kardînal Marks diyar kir ku Almanya nikare xwe ji vê rewşê vedize û got “ev rewş xwedê daye me“. Kardînal Marks herwiha diyar kir ku “me ti caran negotiye ku divê hemû mirovên ku tê cem me li vir biminîn jî û divê ew mirov li welatên wan bên vegrendin, lê bi şêwazekî wisa ku bikaribin li wir bimînin jî.“

 

Nûnerên herdu mezintirîn dêrên Almanyayê herwiha diyar kirin, ew koçberên ku li Almanyayê bimînin, divê yasayên qanûna bingehîn ya Almanyayê qebûl bikin û li ber çav bigirin ku qanûna bingehîn ji bo her kesî hevpar e, herwiha wekheviya jin û mêr jî. 

 

Kardînal Marks jî diyar kir ku pêwîste koçber Xiristiyaniyê nas bikin: “Divê mirov ji van mirovan re Xiristiyaniyê şîrove bike, ev nayê wateya rasterast hewldana guhertina ol, lê têkilbûna çandê li Almanyayê tê wateya ku Xiristiyanî jî bê naskirin.“

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst