Rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un diyar bû

02-05-2020
RÛDAW
Medyaya fermî ya Koreya Bakur wêneyên Kim Jong Un belav kirin
Medyaya fermî ya Koreya Bakur wêneyên Kim Jong Un belav kirin
Nîşan Koreya Bakur Kim Jong Un Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Medyaya fermî ya Koreya Bakur belav kiriye ku rêberê Koreya Bakur Kim Jong Un ji dema 20 rojan ve, bo cara yekemîn derket û di merasîma vekirina kargeheke semadê de li nêzîkî Biyong Yan beşdar bû, bi vê yekê dengoyên ku behsa nexweşî û mirina wî dikirin bi dawî anîn.

Ajansa Navenda a nûçeyan li Koreya Bakur ragihand, Kim roja înê li Sonshon di merasîman de li gel çend berpirsên din, di nav de xwîşka wî, amade bû.

Li gor medyaya Koreya Bakur, Kim ragihandiye ku bav û kalkê wî wê bi vekirina vê kargehê gelekî kêfxweş bin û karkeran jî bi germî pêşwazî li Kim kiriye ku bi nerîna wan hewl dide aboriyeke serbixwe ava bike.

Serokê Amerîka Donald Trump nexwest ti daxuyaniyekê li ser derketina Kim bide û got, wê di demeke guncaw de li ser biaxivin.

Derketina dawî ya Kim di roja 11 Nîsanê de bû, dema ku serokatiya civîna partiya Karkeran a desthilatdar kir ji bo rêkarên rêgirtin li belavbûna vîrûsa Korona gotûbêj bikin, herweha xwîşka wî jî di wê civînê de weke endam di polîtbîroya Siyasî ya wê partiyê de hat destnîşankirin, ku navenda biryarê ye.

Gelek dengo li ser tendirustiya Kim belav bû piştî ku di merasîma salvegera ji dayikbûna kalkê wî Kim Il Sung  de amade nebû di roja 15 Nîsanê de, ku yek ji rojên herî girîng e li Koreya Bakur.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst