Nasnameya êrişkarê Amerîkayê diyar bû

02-01-2025
RÛDAW
Nîşan Amerîka New Orleans Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li New Orleansa eyaleta Louisianaê ya Amerîkayê di êrişa bi otomobîlê de nasnameya êrişkar hat diyarkirin û eşkere bû ku ew Şemsudîn Cebar ê 42 salî ye û welatiyê Amerîkayê ye.

Buroya Federal a Lêpirsînê ya Amerîkayê (FBI) derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrişkar Şemsudîn Cebar ê 42 salî ye û ji eyaleta Teksasê ye.

Hat diyarkirin ku êrişkar bi kamyoneteke kirêkirî êriş pêk aniye û lêkolîn li ser çawaniya bidestxistina otomobîlê berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku di otomobîla êrişkar de alaya DAIŞê hebû û her wiha li otomobîlê û deverê çend çek û bombeyen destçêkirî hatin bidestxistin.

Hat ragihandin ku FBI û hevkarên wê hewl didin tesbît bikin ka bombeyên bidestxistî dixebitin an na û eger pêwîst be dê bêne bêbandorkirin.

Çi bûbû?

Polîsên New Orleansê ragihandibûn ku kesekî bi otomobîlê li Kolana Bourbonê ajotiye ser qerebalixê û li gorî tesbîtên pêşî herî kêm 15 kes mirine û 30 kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Eyaleta Louisianayê Jeff Landry li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek belav kir û êriş wekî "kiryareke hovane ya tundiyê" bi nav kir û xwest ku ji bo qurbaniyên bûyerê dua were kirin.

Şaredarê New Orleansê LaToya Cantrell di daxuyaniya xwe ya ji rojnamevanan re got, "Em dizanin ku bajarê New Orleansê rastî êrîşeke terorî hatiye" û diyar kir ku lêpirsîn li ser bûyerê didome.

Daxuyaniyên FBIyê yên li ser mijarê

Di daxuyaniya nivîskî ya FBIyê de hat ragihandin ku kesê ku li Kolana Bourbonê otomobîl ajotiye ser qerebalixê, di pevçûna bi hêzên asayişê yên herêmî re hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku FBIyê lêpirsîn wergirtiye ser xwe û hat gotin, "Em dê bi hevkarên xwe re vê bûyerê wek êrîşeke terorî lêkolîn bikin."

Alethea Duncan a Alîkara Memûra Taybet a FBIyê ku cara yekem li cihê bûyerê daxuyanî da, gotibû ku ev ne êrîşeke terorî ye.

Duncan ragihandibû ku rayedarên ku lêpirsîna bûyerê dikin li cihê qezayê bombeyen destçêkirî dîtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst