Hewlêr (Rûdaw) - Li Efxanistanê ciwanê bi navê Mihemed Riza Ehmedî yekemîn otomobîla wî welatî ya bi navê Mada 9 dîzayn û çê kir.
Çêker û xwediyê Mada 9, Mihemed Riza Ehmedî ragihandiye, otomobîl di nava 5 salan de hatiye çêkirin.
Ajansa Dengê Efxan (Avapress) ragihandiye, biryar e otomobîla Mada 9 a projeya ciwanê Efxanistanî beşdarî pêşangeha otomobîlan a Qeterê ya 2023an bibe.
Li gor ajansê, dîzayn û parçe yedekên wê otomobîlê, tenê motor nebe, li hundirê Efxanistanê hatine berhemanîn.
Serpireştê Îdareya Fêrkirin û Teknînkê ya Efxanistanê, Mulewî Heyder Şehamet roja Çarşembiya heftiya bihorî li ser twittera xwe ragihandibû, “Kêliyên dawî yên çêkirina otomobîla 2022 ku bi temamî berhema navxwe ya Efxanistanê ye, di workşopa teknîkî ya navenda îcadên Îdareya Fêrkirin û Teknînkê ya Efxanistanê de heta du heftiyên din dê were temamkirin.”
Hin berpirsên hikûmeta Efxanistanê yên ser bi Tevgera Talibanê ve serdana otomobîlê û ciwanê çêkerê wê, Mihemed Riza Ehmedî kirine û kefxweşiya xwe nîşan dane. Yek ji wan berpirsan, Ebas Stankzî alîkarê siyasî yê Wezareta Derve ya Efxanistanê ye.
Wêne û vîdyoyên otomobîlê ku li nav kolanên Kabulê digere, li ser torên civakî gelek hatine belavkirin û vîdyoya wê li ser medyayên civayî yên wek Twitter û Facebookê gelek vîral bûye.
Otomobîla Mada 9; yekem otomobîla Efxanistanê
Li Efxanistanê ciwanê bi navê Mihemed Riza Ehmedî yekemîn otomobîla wî welatî ya bi navê Mada 9 dîzayn û çê kir.
— RudawKurdi (@RudawKurdi) January 2, 2023
Mada 9 niha li kolanên Kabulê digere û biryar e beşdarî pêşangeha otomobîlan a Qeterê ya 2023an bibe#Afghanistan #mada9 pic.twitter.com/UQTb1EViXx
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse