Trajediya ser sînor: Keçika 26 salî ji sermayê mir û bavê wê digirî

02-01-2023
RÛDAW
Li ser sînorê Polanda-Belarus keçeke Sûrî ya 26 salî ya bi navê Ranya Ehmed El Nesar ji sermayê canê xwe ji dest daye û bavê wê Ehmed El Nesar li ber termê wê rûniştiye û digirî. Grafîk: Rûdaw
Li ser sînorê Polanda-Belarus keçeke Sûrî ya 26 salî ya bi navê Ranya Ehmed El Nesar ji sermayê canê xwe ji dest daye û bavê wê Ehmed El Nesar li ber termê wê rûniştiye û digirî. Grafîk: Rûdaw
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê navbera Polanda û Belarusyayê, bavekî Sûrî li kêleka termê keça xwe rûniştiye û bi ser de digirî.

Li ser torên civakî vîdyoyek belav bûye ku têde bavekî Sûrî tê dîtin ku li kêleka termê keça xwe rûniştiye û bi kelegirî bi ser de digirî. Dîmenên derbarê bûyerê de yên li ser medyayên civakî yên wek Twitter û Facebookê, di roja 30ê Kanûna 2022an de wate du roj berî sala nû ya zayînî hatine belavkirin.

Bav û keça xwe xwestine biçin Ewropayê, lê di rê de keça wî dimire, ew jî bi neçarî li kêleka termê wê rûdine û bi ser de digirî û dibêje, “Weleh ez ji bo te hatim, te jî ez bi tenê hîştim û çûyî.”

Li gor zanyariyên ku di medyayê de hatine belavkirin, navê wê keça Sûrî Ranya Ehmed El Nesar, 26 salî û ji bajarê Deraa yê li başûrê rojavayê Sûriyê bûye.

Ranya Ehmed El Nesar û bavê xwe Ehmed El Nesar koçberî Urdunê bûbûn, ji wir çûbûne Belarusyayê û ji wê derê jî bi qaçaxî berê xwe dabûn Polandayê.

Li gor agahiyan, ew bav û keça Sûrî di rê de rastî hîle û tevgerên xirab ên qaçaxçiyan tên, diz kinc û çenteyên wan didizin, û keçik ji sermayê li ser sînorê navbera Polanda-Belarusyayê dimire.

Hatiye îdiakirin ku polîsên Polandayê li ser sînor alîkariya wan koçberên Sûrî yên perîşan nekirine û ew siwarî otomobîlê nekirine û nebirine nexweşxaneyê, di encam de keçik ji sir û seqemê canê xwe ji dest daye.

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst