NEW YORK - Dîplomatên Filistînî ji bo agirbesta daîmî dixebitin

01-12-2023
Sinan Tunçdemir
Dîplomatên Filistînî ji bo agirbesta daîmî dixebitin
Dîplomatên Filistînî ji bo agirbesta daîmî dixebitin
Nîşan Filistîn Neteweyên Yekbûyî
A+ A-

New York (Rûdaw) - Di van rojan de li bajarê New Yorkê li navenda sereke ya Neteweyên Yekbûyî çûnûhatina dîplomatan zêdetir bûye.

Ji ber ku ji destpêka şerê Xezeyê ve Neteweyên Yekbûyî nikariye agirbesteke daîmî çê bike dîplomatên Filistînî bi wê armancê di nava liv û tevgerê de ne.

Di vê çarçoveyê de Nûnerê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî di van rojan de bi nûnerên dewletên Erebî û Misilman re tevdigere da ku li Xezeyê agirbesteke daîmî çêbibe.

Nûnerê Filistînê yê Neteweyên Yekbûyî Riyad Mensûr anî ziman:

“Ji civîna Riyadê komîteya alîkariyê wek encam derketibû. Armanca komîteyê ew e ku biçin zêdetir paytextan da ku bikaribin şer bidin sekinandin û agirbestekê çê bikin.

Herwiha ji bo hewcedariyên sivîlên Filistinî alîkariyên mirovî zêdetir bikin.”

Li aliyê din Nûnera Qeterê di konferanseke rojnamegeriyê de diyar kir ku ji bo agirbesteke daîmî hin zehmetî hene.

Nûnera Qeterê ya Neteweyên Yekbûyî Alya Ahmed bin Saif El-Saniyê jî got:

“Di rewşên wiha de bêyî ku ez zêdetir behsa hûrgilîyan bikim her tim zehmetî hene. Divê em niha zêdetir li ser alîkarîyên mirovî yên ku digihêjin Xezeyê rawestin. Di civîna Encûmena Ewlehiyê de jî em li ser vê mijarê radiwestin.

Hewcedariya me zêdetir bi koordînasyonên Neteweyên Yekbûyî hene. Divê em zêdetir alîkariyê bibînin.”

“Hêza pêşnûmeyê heye”

Nûnerê Çînê yê Neteweyên Yekbûyî Zhang Jun jî anî ziman:

“Ez wisa bawer im ku her çiqas hin kes pêşnûmeyê qebûl nekin jî bandor û hêza pêşnûmeyê heye.

Ez bi dil û can hêvî dikim ku hemû partî li gor pêşnûmeyê bi rê ve biçin û pêşnûmeyê bikar bînin.”

Her çiqas Îsraîl biryara Encûmena Ewlehiyê qebûl neke jî li gorî peymanên Neteweyên Yekbûyî neçariya pabendbûna biryarên Encûmena Ewlehiyê heye.

Ji ber vê ye ku divê rojên pêşiya me hem berdana dîl û girtiyan û hem jî berdana alîkariyên mirovî zêdetir bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst