Li Rûsyayê otobusa rêwiyan wergeriya: 10 mirin

01-12-2019
RÛDAW
Nîşan Rûsya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rûsyayê otobûsa rêwingiyan dema di rê de tekelê wê yê pêş derket û ji ser pirê wergeriya xwarê. Di bûyerê de 10 kesan cane xwe ji dest dan û 5 kesên din jî birîndar bûn. Karûbarên tîmên rewşa lezgîn ên rizgarkirinê jî berdewam in.

Otobusa rêwingiyan ku ji bajarê Sretensk diçû bajarê Çita yê Rûsyayê û 43 nefer hilgirtibûn, li navçeya çiyayî Transbaykalê, dema di ser pira Çemê Kuenga re derbas dibû, tekelê wê yê pêş derket û wergeriya xwarê. Otobûs nêzîka 10 metreyan ket ser çemê qeşagirtî.

Di bûyerê de, 10 kesan cane xwe ji dest dan û 5 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku karûbarên tîman bo rizgarkirina rêwingiyan berdewam in û eger heye hejmara miriyan zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst