Li Teksasê 4 Kurdên ji heman malbatê mirî hatibûn dîtin: Hûrgiliyên bûyerê çi ne?

01-09-2023
Sinan Tunçdemir
Ew mala ku malbata Kurd tê de mirî hate dîtin
Ew mala ku malbata Kurd tê de mirî hate dîtin
Nîşan Teksas Malbata Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li eyalata Teksasê ya Amerîkayê roja duşema borî 4 Kurdên ji heman malbatê di mala xwe de hatibûn dîtin.

Ew malbata Kurd a ji Başûrê Kurdistanê, li bajare Allenê yê ku 50 kîlometreyî nêzî Dallasê dijiya.

Li gor zanyariyan, keça malbatê ya 4 salî jî berî 3 hefteyan di hewza avjeniyê de xeniqiye.

Li gor agahiyên polîsan ku duşema borî dabûn, pîrika zarokan tê malê û kes jê re derî venake. Ew piştî 2 demjimêran polisan agahdar dike.

Keça malbatê ya 4 salî di hewza avjeniyê de xeniqî

Polîs dema ku dikevin hundir li rastî cenazeyên bav Ferman Şêrwanî, dayik Leyla Şêrwanî û kurên wan Metîn Şêrwanî yê 2 salî û Şahîn Şêrwanî yê 12 salî tên.

Polîs piştî lêkolînan wisa difikirin ku Ferman berê zarok û hevjîna xwe û paşê xwe jî bi ser de dikuje, polîs dibêje bûyereke xwekuştine.

Polîs bi malbat û Navenda Îslamî ya ku malbat endamê wê bû pêwendiyê datîne.

Rêveberê Navenda Îslamî Îmam Şahîd Hoku li ser malbatê got:

“Malbat gelek caran dihatin û diçûn. Bi taybetî jî roja înê ji bo nimêjê dihatin.

Zarokên malbatê jî di bernameyên navenda me de cih digirtin.”

Rêvêberê navendê herwiha diyar kir ku wan malbat baş fehm nekiriye.

Ji ber ku mirov nedikarî bifikire ku malbat di zehmetiyeke çawa re derbas dibû.

Bi taybetî jî dema ku zarokekî mirov dimire lê wan tiştekî wiha hêvî nedikiriye.

“Mirina keçika wan ji bo malbatê pir zehmet bûye”

Îmam Şahîd Hoku li ser bûyerê herwiha got:

“Heta ku yek ji me pêvajoyê nejî meriv fehm nake. Mirina keçika wan ji bo malbatê pir zehmet bûye.”

Tora Medyayî ya Rûdawê bi bavê Leyla Şêrwanî û herwiha birayê Ferman Şêrwanî re axivî lê wan nexwest derkeve pêş kamerayê.

Wan got ku keça malbatê ya 4 salî canê xwe ji dest dabû û ev jî ne êşeke wisa ye ku mirov bi tena serê xwe bikare serî derkeve.

Tora Medyayî ya Rûdawê li navenda polisên bajarê Allenê xwest ku ji polîsan sedema mirina malbatê bipirse lê belê polîsan nexwest bi medyayê re biaxive.

Wisa xuya dike ku bûyera xeniqîna keça malbatê ya 4 salî ji malbatê re bûye sedema hin pirsgirêkên derûnî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst