Real Madrid bû şampiyonê Lîga Şampiyonan

29-05-2022
RÛDAW
Nîşan Real Madrid Liverpool Lîga Şampiyonan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Real Madridê di fînala lîga şampiyonan a UEFAyê da tîma Îngilîstanê Liverpoolê 1-0 têk bir û bû şampiyon.

Fînala sezona 2021-2022 ya lîga şampiyonan di navbera Liverpool û Real Madrîdê de li stadyûma Stade de France ya paytexta Fransa Parîsê hat lîstin.

Nîveka yekem a pêşbirkê di bin serdestiya Liverpoolê de derbas bû.

Liverpool di xuleka 21emîn de i Sadio Mane nêzikî golê bû lê golparêzê Real Madridê Thibaut Courtois rê na ku gol bibe.

Di xuleka 43mîn de Real Madrîd di pêşbirkê de pozîsyona xwe ya yekem a xeternak bidest xist. Karim Benzema bi golparêz Alisson Becker re rûbirû ma. Benzema xwest goge bide Federico Valverde lê berevaniya Liverpoolê asteng kir û gog li ber Benzema ma û gogê şand torê.  

Lêbelê, ji ber ku ala ofsayte ji bo Benzema hat bilindkirin,  piştî nirxandina pozîsyonê ji aliyê Alîkarê Hakem a Videoyê (VAR) wek gol nehat qebûlkirin.

Nîveka yekem bi encama 0-0 bi dawî bû.

Nîva duyemîn jî di bin kontrola Liverpoolê derbas bû. lêbelê Real Madrîd di şeva ku goparêz Courtois mohra xwe lê xist bi serket.

Di xuleka 59emîn de lîstikvanê Real Madridê Valverde ku ji aliyê rastê ket qada penaltiyê û ji erdê ve gog şand ba Vinicius Junior. Lîstikvanê Brazîlî Vinicius Junior jî bi vê pasê gol avêt û Real Madrîd 1-0 ket pêşiya Liverpoolê.

Di xuleka 64emîn de Mohammed Salah li derveyî qada penaltiyê bi piyê çepê gogê şand quncik lê Courtois dîsa rê neda.

Di xuleka 80mîn de Salah gogê şand ba Diogo Jota yê qada penaltiyê bû û di lêda Jota de Courtois topê avê kornerê.

Di xuleka 83emîn de Liverpool pir nêzî golê bû. Futbolîstê Misrî Salah ku li qada penaltiyê bi gogê girt, ji hevrikê xwe xilas bû û bi Courtois re rû bi rû ma, lê dîsa jî golparêzê Belcîkî Courtois gogê avêt kornerê.

Di xulekên mayî de tu goleke din derneket û pêşbirk 1-0 bi dawî bû û Real Madridê bû şampiyon.

Real Madrîd cara 14emîn kûpayê wergirt

Tîma herî serkeftî ya lîga şampiyonan Real Madrîd, kûpayeke din a lîga şampiyonan bir muzxaneya xwe.

Berê Real Madrid di salên 1956, 1957, 1958, 1959, 1960, 1966, 1998, 2000, 2002, 2014, 2016, 2017 û 2018an de di lîga şampiyonan de bûbû şampiyon. Bi vê kûpaya îsal jî 14mîn car e ku Real Madrid bi ser dikeve.

Li aliyê din rahênanê Îtalî Carlo Ancelotti jî bû yekem rahênanê ku 4emîn car e di lîga şampiyonan de biser dikeve.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst