Şirnex: Ji 7 welatan lîstikvan beşdarî 2emîn Pêşbirka Navneteweyî ya Tenîsê bûn

26-05-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan 2emîn Pêşbirka Navneteweyî ya Tenîsê ya Cûdî Cupê Şirnex
A+ A-

Şirnex (Rûdaw) - Li Şirnex a Bakurê Kurdistanê 2emîn Pêşbirka Navneteweyî ya Tenîsê ji 7 welatan bi beşdariya 66 lîstikvanên tenîsê pêk hat. Pêşbirkê 5 rojan berdewam kir. Yekemên vê pêşbirkê jî lîstikvanên ji Tirkiyê ne. Lîstikvaneke Alman jî di pêşbirkê de bû duyemîn.

Li Şirnexê duyemîn Pêşbirka Tenîsê ya Cudî Cup ji 7 welatan bi beşdariya 66 lîstikvanên tenîsê bi dawî bû. Di nava 5 rojan de di navbera lîstikvanan de rikaberiyeke mezin pêk hat.

Di pêşbirkê de di qada keçan de Ayşe Bal û di qada kuran de jî Çagan Çetîn bûn yekemîn. Lîstikavana Alman jî bû duyemîn. Lîstikvanên serkeftî madalya û kupayên xwe bi merasimek ji destê burokratan wergirtin.

Yekemîna Cudî Cup a Tenîsê Ayşe Bal anî ziman, “Ez di yekane û cotikan de bûm şampiyon. Lîstikvan jî gelekî serkeftî bûn. Organîzasyoneke gelekî baş bû. Hem ji derveyî welat û hem jî ji hundirê welat hatin. Ji bo min bû ceribandineke gelekî baş.”

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka dibêje ew ê sala bê di vê pêşbirkê de ji bilî lîstikên tenîsê konseran jî li dar bixin.

Şaredarê Şirnexê Mehmet Yarka anî ziman, “Xwedê hez bike havînê de muzîk jî berdewam bike. Sala bê dê xweştir û geştir bibe. Xwedê teala memleketê me û dewleta me geş bike.”

Werzişvanên ku ji welatên cuda hatine û tevli pêşbirka tenîsê bûn ji hatina Şirnexê gelek kêfxweş bûn.

Rahênera tenîsê Îsabel ku ji derveyî Kurdistanê hatiye got, “Ez ji Londonê têm. Organîzasyoneke gelek baş bû. Min jê pir hez kir. Xebatkar bi her tiştên me re eleqedar bûn. Her tiştî fikirî ne. Ambûlansê jî amade kirine. Min ji vir pir hez kir.”

Şirnexî jî di wê baweriyê de ne ku pêşbirka navneteweyî ya tenîsê rengê Şirnexê xweşiktir kiriye.

Welatî Zehra Batak li ser pêşbirkê got, “Gelek baş derbas bû. Em gelek kêfxweş in. Pêşbirkeke wiha li bajarê me çêbû.Navneteweyî bû. Ji gelek welatan hatine. Em dixwazin ev pêşbirk her sal çêbin.”

Welatî Selma Orak anî ziman, “Ciwan ji xwe re dilîzin, kêfa wan tê. Berê li Şirnexê tiştekî wiha tunebû. Nû ev tişt çêdibin.”

Welatî Nurullah Teşer jî got, “Ji bo Şirnexê gelek baş bû. Ji bo zarokên me, ji bo gelek gêncên me. Em dixwazin gelek kes bêne vê derê û bielimin vê sporê.”

Lîstikvanên tenîsê ji Almanya, Brîtanya, Fransa, Îtalya, Îran, Dubaî û Hindistanê beşdarî vê pêşbirkê bûn. Sala bê hejmara van welatan jî dê bê zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst