Amedspor: Em dê bi stayla xwe ya nû bibin şampiyon

25-10-2023
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Amedspor Arnavutkoyspor
A+ A-

Amedspor xwe ji bo lîstika Arnavutkoysporê amade dike

Amed (Rûdaw) - Tîma keskesor Amedspor ji bo pêşbirka deplasmanê ya bi Aranavutkoysporê re dest bi rahênanê kir.

Amedspora ku di Koma Sor a Lîga 2yemîn a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) de dilîze, di 9 heftiyên dawiyê de qet têk neçû û bi 25 pûanan bû lîderê lîgê.

Hem rahêner û hem jî lîstikvan ji pêşbirka bi Aranavutkoysporê re amade ne û wan gotin ew ê îsal teqes bibim şampiyon.

Li gorî rahênerê Amedsporê her diçe pêşbirkên lîgê dijwartir dibe lê ew dê bi stayla xwe ya futbolê vê lîgê bi serkeftineke baş biqedînin.

“Ger hûn serkeftî bin, hûn dibin armanca rikaberên xwe jî”

Rahênerê Amedsporê Serdar Bozkurt got, “Ger hûn serkeftî bin, hûn dibin armanca rikaberên xwe jî.

Em heta niha xweş hatin û xweş berdewam dikin. Moral û motivasyona me jî baş e.

Motîvasyona bajêr û ya alîgiran jî gelek xweş e. Di navbera me de sînerjiyeke xweş çêbûye.

Alîgir li pişta me ne, enerjiya me zêdetir dikin. Tîma me jî bi wê enerjiya ku ji alîgiran digire xweştir dilîze.

Hêvî dikim yekbûna me û alîgiran heta dawiya sezonê berdewam bike.”

Lîstikvanê Amedsporê jî ji bo pêşbirka Arnavutkoyê bi kelecan in.

Ew ji xwe bawer in û dibêjin çi ji destê wan bê dê texsîr nekin.

“Em dixwazin kupayeke xweş diyarî vî bajarî bikin”

Lîstikvanê Amedsporê Onur Karakabak wiha anî ziman:

“Em dixwazin di vê pêşbirkê de jî serkeftina xwe bi dest bixin û pêşengiya xwe berdewam bikin.

Em dixwazin serkeftineke din diyarî alîgiran bikin û kupayeke xweş diyarî vî bajarî bikin.

Hêj zû ye. Lê di nava 9 mehan de me serkeftina xwe nîşanî hemû Tirkiyeyê da û em dê vê serkeftina xwe her tim nîşan bidin.

“Îsal sala şampiyoniyê ye”

Futbolîzê Amedsporê Dijlan Aydin diyar kir, “Me giraniya xwe daye ser.

Em pir dixebitin. Di tîmê de jî atmosfereke xweş heye.

Vê heftiyê jî alîgirên me piştgiriyeke pir mezin dan me. Em bi 2-1 ser ketin.

Hemû pêşbirk zehmet in lê pêşbirka Arnavutkoyê jî dê zehmet be.

Çi ji destê me bê em dê bikin û bi ser bikevin. Em ê şampiyoniyê jî bi dest bixin. Em bêjin îsal sala şampiyoniyê ye.”

Amedsporê roja yekşemê li mala xwe li hemberî Ispartasporê 2-1 bi ser ketibû û mêvana xwe bê pûan şandibû mala wê.

Ger Amedspor di pêşbirka Arnavutkoyê de jî 3 pûan bi dest bixe, ew dê cihê xwe yê lîdertiyê qayîmtir bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst