Tîma Zaxo xwe ji bo vegera nav superlîga Iraqê amade dike

25-06-2019
RÛDAW
Tîma Zaxo li Duhokê kete kampê û xwe ji bo superlîgê amade dike
Tîma Zaxo li Duhokê kete kampê û xwe ji bo superlîgê amade dike
Nîşan Tîma Zaxo Superlîga Iraq Amadekarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Tîma Zaxo ku bû salekê ji superlîga Iraqê daketiye, dixwaze cardin vegere nav superlîga Iraqê, ji bo vê mebestê jî li Duhokê kete kampê û xwe ji bo wê lîgê amade dike.

 

Tîma Zaxo weke amadekariya gihiştina bo superlîga Iraqê, li bajarê Duhokê kete kampa rahênan û rêkxistina tîma xwe, bi awayekî ku bikare xwe bigihîne superlîgê. Herwiha Zaxo ji bo vê mebestê çendîn futbolîstên nû anîne.

 

Serokê nû yê Tîma Zaxo Hemîd Selman diyar dike ku ew bi plan ji bo vî karî hatiye, lê li hember rastiyeke tal e jî, ku tîma wî di nav du salên derbasbûyî de di nav pirsgirêkên darayî  de bû û li hember jidestdana cemawer û alîgirên xwe bû.

 

Hemîd Selman destnîşan kir ku armanca sereke ya karê wî superlîga Iraqê ye û ji bo ku di koma xwe de bi ser bikevin, amadekariyên xwe dikin. Niha jî ji bo vê yekê li Duhokê di kampê de rahênan dikin.

 

Futbolîstên Tîma Zaxo her roj çendîn rahênanên ciyawaz dikin û dema rahênan bi dawî dibe, futbolîstên tîmê weke beşek ji bernameya kampê, dikevin nav avê.

 

Alîkarê Rahênerê Tîma Zaxo Ednan Mihemed diyar dike ku giringiya amadekirina futbolîstan di rahênana avjenî de roleke wê ya mezin heye, bi taybetî di qonaxa destpêkê û qonaxên din de, bi taybetî tijekirina valahiyên laş û bihêzkirina masûlkeyên futbolîstan, bi taybetî jî lîstika hesin ji bo futbolîstan gelek giring e. Êvarê jî rahênanên bilez, liv û derxistina şiyana wan a lezê, ev jî bi rêya avjeniyê ve dibe.”

 

Rahênerê niha yê Tîma Zaxo Ehmed Kazim e, ew bi dirêjahiya werza derbasbûyî di superlîga Kurdistanê de serperiştiya perwerdeya tîmê kir û encamên wê bi awayekî giştî bûye sedema mana tîmê di supelîgê de. Ehmed Kazim vê carê erkê xwe weke derfet dibîne, erkê gihandina Zaxo bo superlîga Iraqê.

 

Tîma Zaxo ji bo xeta êrişberî, Samuel Afol yê Ganayî û Lokas de Santos ê Brazîlî amade kirine. Samuel Afol li Gana û Tanzanyayê lîstiye û piştre berê xwe daye Iraqê û niha li Tîma Zaxo dilîze. Lokas de Santos jî ji bajarê Bahiya yê Brazîlyayê hatiye û niha di Tîma Zaxoyê de xwe amade dike ku yekem car beşdarî lîga Iraqê bibe.

 

Roja dawî ya kampa Tîma Zaxo, rojbûna futbolîstekî tîmê bû û hemû li hotelekê hatin ba hev û rojbûna hevalê xwe pîroz kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst