Amedspor bi ser ket: 'Em spasiya rêveberên tîma Aksaraysporê dikin'

17-09-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Amedspor Aksarayspor 68 Aksarayspor
A+ A-

Aksaray (Rûdaw) - Amedspor li deplasmanê li hemberî Aksaraysporê 2-1 bi ser ket.

Di pêşbirka hefteya 4emîn a Grûpa Sor a Lîga 2yemîn de Aksarayspor û Amedspor li Stadyûma Aksarayê hatin hemberî hev.

Beriya ku maç dest pê bike li stadyûmê strana nijadperest a “Ez bimirim Tirkiyeya min” hat lêxistin.

Lê maç di keşûhewayeke aram de derbas bû.

Amedspor di bin siya gef û êrişên çend grupên nijadpereset ên li ser torên civakî, bû mêvanê tîma futbolê ya Aksaraysporê.

Amedsporê ji ber biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê nekarî alîgirên xwe bîne Aksarayê.

Beriya maçê hejmareke kêm a aligirên Amedsporê û aligirên Aksaraysporê berovajî keşûhewaya li ser torên ciavkî, peyamên dostaniyê dan.

“Em ji bo vê maçê deh seatan rê hatine”

Aligirê Amedsporê Ayhan Surkentlî got, “Em ji bo vê yariyê deh seatan rê hatine.

Ez hêvî dikim ku em bi ser bikevin wê rêya me ya vegerê xweştir be.

Me çi astengî nedîtin. Di rêyê de jî aligirên me em bi xweşî pêşwazî kirin.”

“Amedspor temsîliyeta Kurmancan dike”

Aligirê Amedsporê Turan Serhedî jî wiha axivî:

“Amedspor temsîliyeta Kurmancan dike loma em jê hez dikin.

Gelek kes ji ber navê Amedê jê hez nakin lê em jê hez dikin ji ber Kurmanc e.”

Aligirê Aksaraysporê Necat Demir diyar kir, “Em bi hêviya serkeftinê hatine.

Em dixwazim em bi ser bikevin. Ez ji bo her du tîman jî serkeftinê dixwazim.”

“Bila dostanî bi ser bikeve”

Aligirekî din ê Aksaraysporê Metin Karael wiha anî ziman, “Bila dostanî bi ser bikeve.

Kîjan baş e bila ew bi ser bikeve. Tene werziş e tiştek tine.

Ez hêvî dikim aliyê ku baş bilîze bi ser bikeve. Ez serkeftinê ji her du aliyan re dixwazim.”

Maça di navbera tîma Amedspor û Aksaraysporê de li stadyûma bajarê Aksarayê bi amadebûna alîgirên Aksaraysporê hat kirin.

Di encamê de Amedsporê karî 2 golan li beramberî goleke hevrikê xwe tomar bike.

Her du golên Amedsporê ji aliyê kaptanê tîmê Gokhan ve hatin tomarkirin.

“Di lîgê de cihê me misogertir bû”

Lîstikvan û kaptanê Amedsporê Gokhan Aslan got, “Maçeke gelekî zehmet bû.

Em bi serkeftina xwe kêfxweş in. Di lîgê de cihê me misogertir bû.

Em dixwazin maça bê em li pêşiya alîgirên xwe bi ser bikevin û serkeftinên me berdewam bin.”

“Heta niha her tişt xweş diçe”

Lîstikvanê Amedsporê Xidir Îlyas ragihand, “Me qezenç kir.

Înşelah em dê bibin şampiyon armanca me ew e. Heta niha her tişt xweş diçe.”

Piştî maçê berpirsên kulûba Amedsporê kêfxweşiya xwe anî ziman û serkfetina xwe jî diyariyî xelkê Amedê û hemû aligirên timê kir.

“Em serkeftina xwe diyariyî gele Amedê dikin” 

Endamê Klûba Amedsporê Mustafa Yildirim got:

“Înşelah îsal em dê bibin şampiyon û em dê aligirên xwe biherikînin kolanan.

Maça îro jî gelekî xweş bû. Çend caran şansê me nebû top li dîrekan ket lê dawiyê em bi ser ketin.

Em serkeftina xwe diyariyî gele Amedê dikin.”

“Em spasiya rêveberên tîma Aksaraysporê dikin”

Endamê Kluba Amedsporê Nedîm Şîmsek anî ziman, “Maça îro gelekî zehmet bû.

Aksaray tîmeke bihêz e lê em bi ser ketin.

Em spasiya rêveberên tîma Aksaraysporê jî dikin.”

“Karê me bi provakasyonan re tine”

Alîgirê Amedsporê Şenol Alkan diyar kir, “Em ji bo tîma xwe hatin.

Ya rastî maçeke gelekî zehmet bû. Ji bo me 3 puan lazim bûn.

Karê me bi provakasyonan re tine. Em hatin û me bersiva xwe li stadyumê da û em bi ser ketin.”

Amedspor di Grûpa Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de ji bo Lîga 1emîn hevrikiyê dike.

Hefteya pêşiya me Amedspor dê li Amedê derveke pêşberî Îskenderûnsporê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst