Iraq û Oman derbasî fînala Kûpaya Kendavê bûn

17-01-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di pêşbirka nîvfînalê ya Kûpaya Kendavê de ku li Besrayê birêve diçe, Iraq bi encama 2-1 ji tîma Qeterê bir û derbasî fînalê bû. Herwiha tîma Omanê bi 1-0 ji tîma Behreynê bir û wek tîma duyem bo lîstika fînalê serket.

Gera 25an a Kûpaya Futbolê ya Kendavê li bajarê Besrayê yê Iraqê berdewam e û di çarçoveya kûpayê de duh şev tîmên neteweyî yên Iraq û Qeterê li Yarîgeha Navneteweyî ya Besrayê di lîstika nîvfînalê de hatin hemberî hev.

Gola yekem a lîstikê ji Iraqê hat. Di xûleka 19emîn de Îbrahîm Bayeş tîma xwe 1-0 bi pêş xist.

Kêfxweşiya Iraqê tenê 9 xûlekan berdewam kir. Lîstikvanê tîma neteweyî ya Qeterê Omer Ebdulfetah di xûleka 28an de ji bo tîma xwe gol kir û encam guherand encam bi 1-1 wekhev lê hat.

Golparêzê Qeterê Mişel Berşem beriya bidawîbûna nîveya yekê ya lîstikê, şaşiyeke mezin kir û di xûleka 43an de Eymen Husên gola duyem a Iraqê tomar kir.

Qeter di destpêka nîveya duyem a lîstikê de pir nêzî golê bû, lê ti gol nehatin tomarkirin û lîstik bi heman encamî bi dawî bû.

Iraq di pêşbirkê de bi encama 2-1 biserket û ji bo cara şeşan derket fînala Kûpaya Kendavê.

Iraq berî niha sê caran kûpa qezenc kiriye, hewl dide ji bo cara çaran jî bibe şampiyon.

Di lîstika din de jî, her du tîmên Behreyn û Oman hatin hemberî hev.

Di wê lîstikê de Cemîl El-Yahmedî di xûleka 83an de ji bo tîma Omanê gol kir û lîstik bi heman encamê bi dawî bû.

Bi vî awayî hevrikê Iraqê di lîstika fînalê de diyar bû.

Lîstika fînalê dê roja Pêncşembê 19ê Çile di navbera Iraq û Omanê de bê lidarxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst