Cristiano Ronaldo bi Covid-19ê ket

13-10-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Yarîzanê Portugalî Cristiano Ronaldo bi vîrusa koronayê ya cureya nû (Covid-19) ket.

Federasyona Futbola Portugalê ragihand ku encama testa coranayê ya  Cristiano Ronaldo pozîtîv bûye.

Di daxuyaniya Federasyona Futbola Portugalê hatiye gotin ku Ronaldo ji bo amadekariyên Lîga Navnetewî ya UEFAyê di kampa tîma Portugalê de bûye û encama testa wî ya koronayê pozîtîv derketiye.

Hat zanîn ku rewşa Ronaldo baş e, û ti semptomên coronayê pê re çênebûne, lê ew niha di karentînê de ye.

Piştî encama testa Ronaldo pozîtîv bûye test ji bo tevahiya yarîzanên tîma Portugalê yên di kampê de ne hate kirin. Ji bilî ya Ronaldo testa ti yarîzanekî din pozîtîv nebûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst