Li Nemsa 3 zarokên Rojavayê Kurdistanê bûn şampyonên taykwandoyê

13-05-2023
RÛDAW
Li Nemsa 3 zarokên Rojavayê Kurdistanê bûn şampyonên taykwandoyê
Li Nemsa 3 zarokên Rojavayê Kurdistanê bûn şampyonên taykwandoyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Li Nemsa 3 zarokên Rojavayê Kurdistanê bûn şampyonên taykwandoyê û bi vê yekê hersê zarokan serkeftineke mezin a werzişî ji bo Rojavayê Kurdistanê li Diyasporayê tomar kirin.

Nêrmîn, Nêvîn û Heval du xwîşk û birayek, îsal heta niha ev cara duyemîn e ku pileya yekem di qaremaniyên Taykwando de li welatê Nemsa û medalyayên zêr bidest dixin.

Nêrmîn, Nêvîn û Heval, du xwîşk û birayek, îsal heta niha ev cara duyemîn e ku pileya yekem di qaremaniyên Taykwando de li welatê Nemsa û medalyayên zêr bidest dixin.

Di qaremaniya navdewletî ya Nemsayê  ya Taykwando de, ku nêzîkî 15 tîman ji seranserê Nemsa û çend welatên derdora wê beşdar bûn, hersê zarokan pileyên yekem û medalyayên zêr bidist xisitn.

Bi vê yekê hersê zarokan serkeftineke mezin a werzişî ji bo Rojavayê Kurdistanê li Diyasporayê tomar kirin û piştevanê yekem yê vê serkeftinê ji dê û bavên wan zarokan e.

Hersê zarokan jî perwerdeya xwe li ser destê rahênerekî Kurdê Rojavayê Kurdistanê bi nave Hozan Remedan dîtine ku navendek li wî welatî vekiriye. Hozan Remedan pileya yekem li ser asta navendên taykwanodoyê standiye û kurê wî Cûdî jî di sê mehên dawî de, di sê qaremaniyan de beşdar bûye 

Nêrmîn, Nêvîn û Heval ku bi livînên xwe sivik û lêdanên xwe yê yekalîker tê naskirin, zarokên Mistefa Ebdulqadir Yasîn in, ji gundê Eleqosê yê devera Aliyan ji Rojavayê Kurdistanê ne. Sala 2015 berê xwe dane welatê Nemsayê, û niha bûne nimûneyeke din e ji çîrokên serkeftinên penaberên Rojavayê Kurdistanê li Ewropayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst