Amedspor şampiyoniya xwe pîroz dike

11-05-2024
RÛDAW
Nîşan Amedspor Pîrozbahî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Amedspor bi merasîmeke taybet şampiyoniya xwe pîroz dike.

Hunermendên Kurd jî beşdarî merasîmên dibin û stranên xwe dibêjin.

Amedspora ku di guruba Sor a Lîga 2yemîn a TFFyê de bû şampiyon û derbasî Lîga 1ê ya TFFyê bû, bi alîgirên xwe re li stadiyuma xwe pîrozbahiya şampiyoniyê li dar dixe.

Bi hezaran alîgirên Amedsporê beşdarî pîrozbahiyê bûne.

Ji bo wergirtina kupayê û hunermendan li nava stadiyumê platformeke mezin hat avakirin.

Hunermend Jehrmar, Bajar, Şiyar Berwarî, Helîm Omerî, Azad Bedran, Pervîn Chakar û Xêro Abbas di pîrozbahiyê de derketin platformê û stranên xwe gotin.

“Slav ji bo Selo Başkan”

Serokê Amedsporê Ezîz Elaldî di merasîmê de axivî û got:

“Me soz daye vî gelî, ji bo ku em vê sozê bi cih bînin em bi şev û roj xebitîn.

Divê hûn bizanin ku ev ne tiştek e ku me heta niha kiriye. Hûn gelek tiştên baştir heq dikin.

Heta ku em di vê pozîsyonê de bimînin em dê hewl bidin layiqî gelê xwe bin.

Dema ku me dest bi çîroka şampiyoniyê kir, min û hevalên xwe yên rêvebir baş dizanibû ku kar çiqas dijwar e.

Pêdiviya me bi hevalan hebû ku van zahmetiyan bi hev re derbas bikin.

Em li vir em spasiya hemû saziyên sivîl û endamên wan, parlementer, şaredaran dikin.

Spasiya Sezgîn Tanrikulu, Mehmet Kaya û her wiha birêz Ekrem Îmamoglu birêz Tuncer Bakirhan, Ozgur Ozel û serokên din dikin li pişta me bûn.

Her wiha em spasiya Serok Selo dikin ku her tim bi dil û can bi me re ye.”

Piştî axaftina Azîz Elaldi rahênerê Amedsporê Mesut Bakkal û lîstikvan ji bo wergirtina madalyayên xwe yek bi yek bi stranan derketin ser platformê.

Hevserokê Şaredariya Mezin a  Amedê Dogan Hatun, Parlementerê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren, Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn, Hevseroka DBPyê ya Amedê Şîrîn Gurbûz, Parlementerê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu û nûnerên gelek saziyên sivîl beşdarî merasîmê bûn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst